Rêveberiya Xweser: Amerîka û Rûsya ji Tirkiyê re dibêjin di bin maseyê de ‘bimeşe’

  • rojane
  • 12:22 14 Mijdar 2019
  • |
img

GIRÊ SPÎ – Cîgirê Desteya Rêveberiya Meclîsa Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Osê diyar kir ku Amerîka, Rûsya û rejîm ji Tirkiyê re dibêje di bin masê de “bimeş” û bal kişand ser desteka êrişan a navnetewî. Osê da zanîn ku dê çend hefteyên pêşiya me pêvajo zelal bibe û got: “Ji bilî gel û îradeya wan dê tu çareserî li pêş nekeve.”

Êrişên Tirkiyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 9’ê Cotmehê ve destpêkirin didomin. Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî di çarçoveya xweparastinê de bersiva êrişên Tirkiyê û paramîlîterên di bin navê “Artêşa Milî ya Sûriyê (SMO)” de kom bûne dide. Tirkiye peymanên agirbestê yên li gel Amerîka û Rûsya binpê dike. Hem ji bejahiyê û hem jî ji esmanî êrişên xwe yên li ser herêmê didomîne. Di encama êrişên giran ên Tirkiyê û grûbên wê de Girê Spî û Serêkaniyê ketin kontrola Tirkiyê û “SMO”yê. Piştî vê yekê hevsengiyên cuda li qadê çêbûn. Li gel geşedanên eskerî geşedanên siyasî jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûne. Krîza bi desteka hêzên navdewletî pêk tê kûr dibe. Ji cîgirên Hevserokatiya Desteya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Osê geşedanên diqewimin ji Ajansa Mezopotamya Ajansı’na (MA) re nirxand. 
 
PLANGERIYA TIRKIYÊ 
 
Osê diyar kir ku êrişên Tirkiyê ne nû ne û got: “Ji roja şer li Sûriyê dest pê kir ve tiliya Tirkiyê têde heye. Di kûrkirina krîzên li Sûriyê de Tirkiye rola mezin dileyîze. Tirkiye dixwaze nexşeya sedsalek nû derxe û bixe meriyetê. Vê yekê jî dixwaze bi xeyalên xwe yên Osmanîtiyê pêk bîne. Tirkiye di çarçoveya vê plangeriya xwe de îdia dike ku axa Sûriyê axa wan e. Jixwe Erdogan xwe wek împaratoriya Osmaniyan pênase dike. Ji bo van plangeriyên xwe bixe dewrê di nava hewldanên dîplomatîk de ye. Polîtîkayên nijadperest birêve dibe. Hem li hundir û hem jî li derve vê yekê pêk tînin. Di vê plangeriya xwe ya dagirkeriyê de tenê ne kurd di hedefa wan de ne, di heman demê de dixwaze vê plangeriya xwe li ser hemû herêmê bixe meriyetê.” 
 
'TIRKIYÊ DESTEK DA DAIŞ’Ê’ 
 
Osê da zanîn ku vê plangeriya Tirkiyê heta îro rastî têkçûnê hatiye û piştî vê têkçûnê DAIŞ’ê ajotin qadê. Osê anî ziman ku Tirkiye jî wekgelek hêzên din sûdê ji DAIŞ’ê girt û wiha got: “Sînorên xwe derbas kirin. Cebilxane dan wan. Derbasbûna wan temîn kirin. Piştî 5 salan ji herêma kurdan dest pê kir û heta Dêra Zorê vê têkoşînê dewam kir. Her çiqas DAIŞ li van hêrêman qediya be jî lê mirov nikare bêje bi temamî qediyaye. Ji ber ku gelek şaneyên wan ên razayî û rêxistina wan bîrdozî heye. Di vê pêvajoya ku em DAIŞ’ê ji qadê qedand, Tirkiye gefan li me xwar û ev gefxwarin didome. Bêguman yên dixwazin şerê li Sûriyê kûr bikin her tim pirsgirêka ewlehiyê derxistin pêş û li pêşiya çareseriyê bûn asteng û xwestin aramiya herêmê xera bikin. Pergala me ji bo Sûriyê çareseriyê dixwaze û modela çareseriyê ye. Mudaxeleya li dijî çareseriyê bi destê Amerîka û Rûsya pêk tê. Ew jî dixwazin gelên herêmê muhtacî xwe bikin.” 
 
'TEREFAN BERTEK NÎŞANÎ ÊRIŞAN NEDAN’ 
 
Osê bal kişand ser têkiliyên wan ên li gel koalîsyona navdewletî û got: “Niha jî êrişên dagirkeriyê li dijî me pêk tên. Tu kesên ku terefên Sûriyê ne bertek nîşanî van êrişên ser me neda. Tirkiye jî ji vê destek girt û êrişên paqijiya etnîk pêk teinin. Sûcê şer kirin. Tirkiye û Serokkomarê wê Erdogan ji ber tiştên kirin divê li dadgehên navdewletî werin darizandin.”
  
WÊ GRÛP 10 KM PAŞ VE VEKIŞIYAN 
 
Osê da zanîn ku tevî peymanên agirbestan jî Tirkiye bênavber êrişên xwe li dijî herêmê dewam dike û ji ber bêdengiya hêzên navdewletî Tirkiye hêz digire û wiha got: “Ji bo şer were rawestandin me berpirsiyarek mezin da ser milê xwe. Çawa em ji hin deveran vekişiyan, divê Tirkiye jî ji hin deveran vekişiya. Me şertên xwe bicih anî. Lê Tirkan bicih neanî. Li cihê xwe jî nasekine. Divê ji cihê wan sitend 10 kîlometre paş ve vekişiyan. Ji bo ku dewriye dikaribin pêk werin. Lê ew roj bi roj bi ser axa me ve tên.” 
 
'BÊYÎ ÎRADEYA GELAN ÇARESERÎ PÊK NAYÊ’ 
 
Osê anî ziman ku Tirkiye bêyî agahiya NATO’yê nikare gavek jî bi pêş ve biçe û got: “Yanî Amerîka dikaribû bi gotinê vî şerî asteng bikira. Encax Amerîka ji Tirkiyê re got ‘di bin maseyê dimeşe û biçe.’ Tenê ne Amerîka, rejîma Sûriyê û Rûsya jî dikaribû viya bikira. Her çiqas bi awayek fermî negotibin jî lê bi awayek din destûra êrişan dan. Ew jî şirîkê van êrîşan in. Di bin vê yekê de peymanên çawa hene û heta kê derê biçe ne diyar e. Tişta diyar ew e tiştên qewimîn di encama komploya navdewletî de pêk hat. Pirsgirêka kurdan niha di rojeva cîhanê de ye. Êdî ev meseleyek herêmî kes nikare serê biniximîne. Niha bûye meselek navdewletî. Wê ev yek bi xwe re çareseriyekê jî bîne. Em xwe li gorî her awayî û her cûre planan amade dikin. Hêzên navdewletî çiqas civînan bikin jî û gelên herêmê li derveyî xwe bihêlin jî êdî bêyî gelên herêmê û îradeya gel tu çareserî li pêk nayê.” 
 
‘ME LI GEL ENKS’Ê HEVDÎTIN KIRIN’ 
 
Osê derbarê hevdîtinên li gel Eniya Niştîmaniya Kurdên Sûriyê (ENKS) de jî axivî û wiha got: “Beriya êrişên dawî yên Tirkiyê, Fransa di vê mijarê de înîsiyatîfê girt ser xwe û di navbera me û ENKS’ê de têkiliyan li pêş xist. Me di vê çarçoveyê de li gel ENKS’ê hin xebat û civîn pêk anîn. Îro em ketin pêvajoyek cuda. Îro hemû destkeftiyên kurdan li holê ne û li dijî van destkeftiyan gefên mezin hene. Man û nemaniya kurdan tê nîqaşkirin. Di vê maneyê de divê hin mesele neyên pêşiya me. Kurd hemû divê ji bo hebûna xwe ramanên xwe deynin aliyekî. Herî dawî fermandariya QSD’ê jî bang kir. Em jî li vir bang dikin. Em ji her cûre berpirsiyariyê re amade ne. Pêwîste yekîtya kurdan were avakirin.” 
 
‘RÊVEBERIYÊ Û QSD NAS BIKIN’ 
 
Osê destnîşan kir ku Rûsya û Amerîka ji bo herêmê dereng tevger dikin û êrişên giran li ser herêmê didomin. Osê got ew ji her aliyî dixwazin ku Rêveberiya Xweser û QSD di asta fermî û statûyê de nas bikin û got: “Di du sê hefteyên pêşiya me de her tişt wê bêtir zelal bibe. Encax çi dibe bila bibe ji bilî vî gelî û îradeya gel wê tu çareseriyek li pêş nekeve. Em ê wek gel destûrê nedin vê yekê.” 
 
MA / Nazim Daştan
 

Sernavên din

15/11/2019
16:13 Kincên ciwanên HDP’i yên li edliyê çiriyane, destên wan girêdayîne
15:46 Ceylan: Em qeyûman nas nakin
15:44 Di êrişa Tirkiyeyê de eskerê Sûriyeyê mir
15:42 Kubîlay: Em ê di 20’ê Mijdarê de nexşerêya xwe diyar bikin
Kubîlay: Cihê çareseriyê ne Washington e, Kobanê ye
15:35 Dozger xwest rojnameger Demîr û Aydin bên girtin
15:34 Endamên KESK'ê: Em jiyanek mirovane dixwxazin
15:06 Li Taksîmê karkerekî înşaatê yê sûriyeyî birîndar bû
14:46 Şandeya Şopandina Greva Birçîbûnê ji bo endamên Grûp Yorûm banga hestiyariyê kir
14:37 Onlu: Bila komkujiya Dersîmê bi her awayî bê lêkolînkirin
14:15 Ji Paylan rexneya MEB'ê: Di pergala perwerdeyê de cih ji nasnameyên cûda re tuneye
14:11 Nûçegihanê me Omer Akin hat binçavkirin
14:04 Endamên Pêşbirka Çîrokan a Şerzan Kurt diyar bûn
13:41 Hevşaredara Nisêbînê Semîre Nergiz hat berdan
13:40 Ji bo girtiyên jin kartên 25’ê Mijdarê şandin
13:39 Şahoz Hesen: Erdogan armanc dike DAIŞ’a fermî ava bike
13:12 Hevserokên Giştî yên HDP'ê: Em li ber kesên ku li hemberî we çok danenîn erdê pejna xwe ditewîn in
13:10 Rêxistinên elewiyan li Stenbolê tên gel hev
13:03 Der barê Nûçegîhanê MA'yê Kanbal de 2 lepirsînê cuda vekirin
13:02 Li ber Şaredariya Pirsûsê dest bi çalakiya rûniştinê kirin
12:51 Polîsan kurê wekîla HDP’ê Tosun binçav kirin
12:42 Aborînas Şahînoz: Êdî nikare ji derve deyn bike û çavkaniyên hundir jî xelas bûne
12:34 Dê Îlhamî Sîdar li Wanê bi xwînerên xwe re bê gel hev
12:19 Ji Serbijîşkê Nexweşxaneyê gef: Her kes hişê xwe bide serê xwe
12:14 Destûr nadin ku parêzer hevşaredarên dibin çavan de bibînin
11:51 Ciwanên HDP’ê sewqî edliyê kirin
11:39 Budçeya Diyanetê ya 2020'an ji ya 6 wezaretan derbas kir
11:39 Şaredariya Qelqelî Mala Çandê ya Jinan vedike
11:24 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:18 Biryara komkirina broşurên 25’ê Mijdarê dan
11:17 Dundar ê ku kesên bi nasnameyên sexte xwestin wî birevînin: Dixwazim bûyer were ronîkirin
11:03 Graham ji Erdogan re got: Tu dixwazî tiştên ku leşkerên te anîn serê Kurdan nîşanî te bikim?
10:50 Şaredarê AKP'ê: Me we kir misilman
10:45 Beriya qeyûm tayîn bikin alek mezin daliqandin
10:37 Walî û Şaredarî bûn yek û dawî li karê 300 îşportavan anîn
10:36 Tevî astengiyan jî dê di 25’ê Mijdarê de li qadan bin
10:12 Li Bakirkoyê yek jê zarok cenazeyê 3 kesan hat dîtin
09:56 Avakarên çalakiyê çi ji wan dixwazin wê dikin
09:37 Piştî qeyûm tayînî şaredariya Hezexê kirin maşîna şaredariyê dewrî polîsan kirin
09:20 Guney: KHK'yan em piştrast kirin ku siyasî ne
09:19 Dag: Bi binçavkirinan dixwazin ciwanan ji siyasetê dûr bixînin
09:17 Roussopoulos: Dixwazin şoreşa civakiyî ya li Rojavayê tune bikin
09:16 Daxwaza hevpar a jinan: Em dixwazin bijîn
09:15 Nûnerên partiyên kurd: Pêşî yekîtiya mêjî, paşê yekîtiya neteweyî
09:15 Şêniyên gundên li ser sînor: Tenê rêyek heye, ew jî yekîtiya neteweyî
09:14 Qebehet xistin stuyê wî, hat xwestin 25 sal ceza lê bê birîn
09:00 ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2019'AN
08:46 4 Hevşaredarên HDP'î hatin binçavkirin
14/11/2019
20:21 Li Iraqê 4 kes hatin kuştin
20:10 Gelê Şehbayê li dijî êrîşên Tirkiyeyê meşiyan
17:34 Endama Meclîsa Şaredariya HDP'î hat girtin
17:02 Orhan: Em li dijî êrişan serî radikin
16:51 Lêpirsîn li Fîrmaya dermanan ku Aydinlikê wê hedef nîşan dabû hat vekirin
16:42 Doza Çerkezoglu hat taloqkirin
16:07 Li Elbistanê 8 HDP'î binçav kirin
16:06 Onlu: Yên ji Komkujiya Dersimê re bêdeng man îro jî ji Rojava re bêdeng dimînin
16:00 Polisan bi ser malbata Vatan de girt!
15:32 Tevdîrên 'ewlehiyê' yên qeyûmê Qoserê didomin
15:29 Ciwanên HDP’ê: Hevalên me berdin
15:12 Farisogûllari: Çare li şûna Rûsya û Amerîkayê Ocalan e
15:02 Taşdemîr: Têkoşîna jinan dê AKP’ê bişîne ser sergoyê dîrokê
14:12 Amerîkayê DAIŞ'iyê di navbera du welatan de mabû qebûl kir
14:10 Togrûl: Yên li ber têkçûnê ne berê xwe dane partiya me
14:00 Doza Nisêbînê: Xweseriya Demokratîk maf e, nabe sûc
13:44 Li Licê operasyona eskerî hat destpêkirin
13:40 ‘Rûsya li Qamişlo dest bi avakirina baregeha esmanî kirin’
13:10 Fînansorê SETA'ya 'sîxur' malbata Albayrak e
12:59 Danişîna ku Demîrtaş muştekiyê wê bû hat taloqkirin
12:42 Endama Meclisê ya HDP'î Zûgûrlî hat girtin
12:38 Li Dîlokê polîsan bi ser avahiyên HDP’ê de girt: Gelek kes hatin binçavkirin
12:28 Rojnameger Polat hat beratkirin
12:27 Doza kuştina Fendîk dîsa taloq kirin
12:22 Rêveberiya Xweser: Amerîka û Rûsya ji Tirkiyê re dibêjin di bin maseyê de ‘bimeşe’
12:13 Bersiva gel a ji bo pirsa 'HDP li dijî qeyûman divê çi bike': Divê HDP helwesteke radîkal nîşan bide
11:13 Qeyûm tayînî 20 şaredariyan hat kirin: Vîna 2 milyon û 219 hezar kesî tune tê hesibandin
10:57 Parêzer ji 7’ê Tebaxê ve nikarin Ocalan bibînin
10:53 Li Rojava piştî zeytûnan niha jî genim tê talankirin gelo?
10:37 Kaplan: Qeyûman 5 milyar û 700 milyon deyn li pey xwe hiştin
09:18 Pêşî berhev kirin, paşê biryar hat girtin
09:18 Wê îsal êzing û sergînan bişewitînin
09:17 Avakara VAKAD'ê Ozgokçe: Jin xwe ewle hîs nakin
09:16 Ji ber wêneyê Erdogan parve kir ji kar hat derxistin
09:16 Malbata Yeşîlmenê, piştî 4 salan vegeriya bajêr: Bila kiryar bên dîtin
09:14 Hevşaredarên qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin: "Wê rejîma ditirse bi paşve here
09:14 Nerazîbûna hiqûqnasan a ji bo pakêta darazê: MHP û AKP, dixwazin kesên îstismarê dikin bên berdan
09:13 Ji Lubnanê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Em berxwedanê birêxistin bikin
09:12 Nasir Yagiz: Rêya yekîtî û azadiya Kurdan Îmralî û Azadiya Ocalan e
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2019'AN
08:54 Rojnameger Çoşkûn û derhêner Kizil hatin binçavkirin
00:25 Li Fermandariya Tûgayê ya Zirxî ya 20'emîn a Rihayê teqîneke mezin pêk hat
13/11/2019
22:56 Li Taksîmê welatiyekî hewl da ku întihar bike
21:37 Hevşaredarên Rêya Armûşê bi muameleyeke nebaş re rû bi rû man
20:40 Siyasetmedar Ahmet Turk rakirin nexweşxaneyê
20:19 Li Îzmir û Bûrsayê komkujî: 2 mêran 5 kes qetil kirin
17:59 Şîna malbata Atîk û Kaçan piştî 3 rojan bi dawî bû
16:51 Li Amedê Fûara Xurekan vebû
16:50 Jinên HDP'î ku hatibûn binavçavkirin hatin berdan
16:26 Mazlum Abdî: Êrîşên Tirkiye ji DAIŞ'ê re bûn hêvî
15:31 Leşkeran destûr neda ku jin li Stewrê bên gel hev
15:31 Sendîkaya Karkeran: Ya dibe sedema întîharê krîza aborî ye
15:30 Rêvebera HDP’a Wanê ya berê hat berdan