Nasir Yagiz: Rêya yekîtî û azadiya Kurdan Îmralî û Azadiya Ocalan e

  • rojane
  • 09:12 14 Mijdar 2019
  • |
img

AMED - Endamê Nûnertiya HDP'ê ya Hewlêre Nasir Yagiz ku li diji tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 187 rojan ket greva birçîbûnê, bal kişand ser yekîtiya neteweyî ya Kurd û çareseriya pirsgirêka Kurd û wiha got: "Kurd ji her dem bêtir nêzî Yekîtiyê ne. Em her Kurd destê xwe têxin bin kevir em ê bi ser bikevin. Divê em baş bizanibin û bidin zanîn ku deriyê çareseriyê ne DYA, Rûsya û welatên Ewropa ne. Deriyê çareseriyê Îmralî û azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan e. Heta Birêz Ocalan azad nebe pirsgirêk çareser nabe." 

 
Endamê Nûnertiya HDP'ê ya Hewlêre Nasir Yagiz ku li avahiya HDP'ê ya Hewlerê li diji tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 187 rojan ket greva birçîbûnê, li ser Yekîtiya Neteweya Kurd, sekna partiyên Kurdan, tecrîdkirina Ocalan û çareseriyê nirxandin kir. Nasir Yagiz, anî ziman ku piştî di 9'ê Cotmehê de êrîşên Tirkiye yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir, nerazîbûna gel di asta herî jor de pêş ket û gel li dijî êrîşan li kolanan e. Yagiz, destnîşan kir ku di milê gel de pirsgirêk tune û wiha got: "Gelê Bakur piştî êrîşan dest pê kir, di her alî de li dijî êrîşan helwest û nerazibûnên xwe diyar dike. Lê di milê PDK'ê de her çend Mesut Barzanî erênî nêzî Yekîtiya Neteweya Kurd bibe jî Neçîrvan Barzanî bêtir li ser berjewendiyên xwe nêzîk dibin. Partiyên din û gel erênî nêzîkî yekîtiyê dibin. Ger ku xebatek baş bê kirin em bêtir nêzî Yekîtiya Neteweya Kurd in. Şandeya Partiya me HDP'ê tê Başûr. Îmam Taşçier ji bo bingeha xebata Yekîtiyê hatiye Başûr. Dîsa KNK'ê ji bo yekîtiyê heyetek şandiye vir." 
 
'EM HEMÛ PARTIYÊN KURDAN DI BIN BANEYA KNK'Ê DE BIBIN YEK'
 
Yagiz, anî ziman ku li Başurê Kurdistanê, hin rêxistin û partî naxwazin dagirkeriya li ser çar perçeyên Kurdistanê bibînin û wiha axivî: "Naxwazin êrîşê li dijî Rojava ango Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tenê wekî êrîşê dagirkeriyê bibînin. Dixwazin êrîşan tenê wekî êrîşên li dijî PKK'ê û destkefiyên paradigmaya Birêz Ocalan bibînin. Wekî êrîş li dijî Kurdan pêk nayê dibînin. Em jî wekî Partiyek Kurd (HDP) dixwazin nîşan bidin ku ev êrîş wekî li çar aliyên Kurdan pêk tê ye. Wekî endamekî HDP'ê û wekî kes ez bang dikim ku bi taybetî partiyên li Bakurê Kurdistan PDK, YNK'ê, Hîzbê Zahmetkêşan, Hîzbê Şîî û hemû pariyên çar aliyê Kurdistan di bin sîwana KNK'ê de em li hev kom bibin. Em bi hevre destkeftiyên Kurdistanê û axa Kurdistanê biparêzin."
 
'ÊRÎŞA LI ROJAVA ÊRÎŞA LI SER HEMÛ GELÊ kURD E'
 
Yagiz, bal kişand ser êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha berdewam kir: "Îro êrîşên li dijî Rojava ango êrîşên li dijî paradigmaya Rêberê Gelê Kurd Ocalan tê kirin, di heman demê de êrîşa li dijî hemû gelê Kurd tê kirin e. Dema em li paradîgmaya Brêz Ocalan dinerin, azadiya Kurdistanê û gelê Kurdistanê ye. Bi azadiya Kurdistanê re azadiya Rojhilata Navîn û demokratîkbûna Rojhilata Navîn e. Dema em li paradîgmaya  Brêz Ocalan dinerin, azadiya Kurdistanê û demokratîkbûna Rojhilata Navîn e. Têkoşîna Birêz Ocalan ji bo azadiya her çar perçeyên Kurdistanê û demokratikbûna Rojhilata Navîn e. Ne tenê ji bo azadiya perçeyê Tirkiye ango Îranê ye. Ji bo azadiya çar perçeyan û li dijî desthilatdariya hemû dewletên li ser Kurdan e. Ji bo desthiladdariya dewletan a li ser Kurdan bişkîne têdikoşe.  Li dijî desthilatdariya Ruyê cîhanê û Rojhilata Navîn e. Li dijî kapîtalîzmê, têkoşîna demokratîk tê avakirin."  
 
'ÇARESERÎ ÎMRALÎ YE' 
 
Nazir Yagiz, bal kişand ser armanca hêzên desthilatdar û wiha lê zêde kir: "Hêzên desthilatdar û xwîn mij yên naxwazin li Rojhilata Navîn û Kurdistanê Kurd azad û nava jiyanek demokratîk bijîn, çi dikin? Bêtir dixwazin xwînê birijînin. Bêtir li ser aliyê ol desthilatdariyê pêş dixin. Li ser destkeftiyên Kurdan serdestiya xwe pêş dixin. Em wekî neferekî Kurd dibêjin çareseriya pirgirê Kurd Îmraliyê ye. Çareseriya pirsgirêka çar perçeyên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û Cîhanê disa Îmralî û Brêz Ocalan e. Divê her kes vê yekê baş bizane. Gelê Kurd heta azadiya Brêz Ocalan bi dest nexe, azadiya Bakur, azadiya Rojava, Azadiya Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bi dest nakeve. Ez bang dikim ku Hîzbê Kurd li çar aliyê Kurdistanê bibin yek. Çalakvanên sivîl, rewşenbir, ronakbir, demokrat û hemû dostên Kurdan li çar aliyê Kurdistanê û cîhan rabin ser piyan. Li diji êrîşên li ser gelê Kurd û bi taybetî li dijî êrîşên li ser Rêberê Gelan rawestin. Em bi hevre tecrîda li Îmraliyê li ser Rêberê Gelan tê meşandin bi hevre têk bibin. Em bi şiklekî aştiyane û aramî bibin dengê Birêz Ocalan. Em felsefeya wî li çar aliyên Kurdistan aktif bikin û pêş bixin. Li dijî pergala modernîteya kapîtalîst em bêtir pergala modernîteya demokratîk bêtir ava bikin û pêş bixin."  
 
'EM ÇIQAS PERGALA OCALAN PÊŞ BIXIN EMÊ BÊTIR NÊZÎ OCALAN BIBIN' 
 
Yagiz, herî dawî bal kişand ser rol û rista Ocalan a ji bo azadiya Kurdistanê û Demokratîkbûna Rojhilata Navîn û wiha bi dawî kir: "Em bêtir li pergala ku li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji aliye QSD'ê û PYD'ê ve tê meşandin xwedî derkevin û bêtir pêş bixin. Em çiqas vê pergala demokratîk pêş bixin em ê bêtir nêzî Ocalan bibin. Gelê Kurd û cîhanê çiqas nêzî Birêz Ocalan bibin ew qas nêzî azadiyê dibin. Em çiqas nêzî  Îmraliyê bibin em ew qas nêzî çareseriyê dibin. Divê em ve yekê fam bikin û baş bidin gotin ku deriyê çareseriyê ne deriyê DYA û Rûsya ye. Ne deriyê Dewletên Navneteweyî ne. Deriyê çareseriyê deriyê Îmraliyê ye. Dîsa dengê çareseriyê dengê Birêz Ocalan e. Em bang dikin ku ji niha û şûnde û sala pêş me bibe sala azadî û serkeftina Kurdistanê û demokrasiya nava Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn. Em bang li hemû gelên Cîhanê dikin ku li şoreşa Rojava û şoreşa çar aliyê Kurdistanê xwedî derkevin. Hêj bêtir dengê Kurdan bilind bikin. Bila dewletên navneteweyi hemû bizanibin ku deriyê çareseriyê deriyê Îmraliyê û Birêz Ocalan e. Bêyî birêz Ocalan ne Kurdistanek azad û ne jî Tirkiyeyek demokratîk pêkan e." 
 
MA - Mehmet Alî Ertaş 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

15/11/2019
16:13 Kincên ciwanên HDP’i yên li edliyê çiriyane, destên wan girêdayîne
15:46 Ceylan: Em qeyûman nas nakin
15:44 Di êrişa Tirkiyeyê de eskerê Sûriyeyê mir
15:42 Kubîlay: Em ê di 20’ê Mijdarê de nexşerêya xwe diyar bikin
Kubîlay: Cihê çareseriyê ne Washington e, Kobanê ye
15:35 Dozger xwest rojnameger Demîr û Aydin bên girtin
15:34 Endamên KESK'ê: Em jiyanek mirovane dixwxazin
15:06 Li Taksîmê karkerekî înşaatê yê sûriyeyî birîndar bû
14:46 Şandeya Şopandina Greva Birçîbûnê ji bo endamên Grûp Yorûm banga hestiyariyê kir
14:37 Onlu: Bila komkujiya Dersîmê bi her awayî bê lêkolînkirin
14:15 Ji Paylan rexneya MEB'ê: Di pergala perwerdeyê de cih ji nasnameyên cûda re tuneye
14:11 Nûçegihanê me Omer Akin hat binçavkirin
14:04 Endamên Pêşbirka Çîrokan a Şerzan Kurt diyar bûn
13:41 Hevşaredara Nisêbînê Semîre Nergiz hat berdan
13:40 Ji bo girtiyên jin kartên 25’ê Mijdarê şandin
13:39 Şahoz Hesen: Erdogan armanc dike DAIŞ’a fermî ava bike
13:12 Hevserokên Giştî yên HDP'ê: Em li ber kesên ku li hemberî we çok danenîn erdê pejna xwe ditewîn in
13:10 Rêxistinên elewiyan li Stenbolê tên gel hev
13:03 Der barê Nûçegîhanê MA'yê Kanbal de 2 lepirsînê cuda vekirin
13:02 Li ber Şaredariya Pirsûsê dest bi çalakiya rûniştinê kirin
12:51 Polîsan kurê wekîla HDP’ê Tosun binçav kirin
12:42 Aborînas Şahînoz: Êdî nikare ji derve deyn bike û çavkaniyên hundir jî xelas bûne
12:34 Dê Îlhamî Sîdar li Wanê bi xwînerên xwe re bê gel hev
12:19 Ji Serbijîşkê Nexweşxaneyê gef: Her kes hişê xwe bide serê xwe
12:14 Destûr nadin ku parêzer hevşaredarên dibin çavan de bibînin
11:51 Ciwanên HDP’ê sewqî edliyê kirin
11:39 Budçeya Diyanetê ya 2020'an ji ya 6 wezaretan derbas kir
11:39 Şaredariya Qelqelî Mala Çandê ya Jinan vedike
11:24 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:18 Biryara komkirina broşurên 25’ê Mijdarê dan
11:17 Dundar ê ku kesên bi nasnameyên sexte xwestin wî birevînin: Dixwazim bûyer were ronîkirin
11:03 Graham ji Erdogan re got: Tu dixwazî tiştên ku leşkerên te anîn serê Kurdan nîşanî te bikim?
10:50 Şaredarê AKP'ê: Me we kir misilman
10:45 Beriya qeyûm tayîn bikin alek mezin daliqandin
10:37 Walî û Şaredarî bûn yek û dawî li karê 300 îşportavan anîn
10:36 Tevî astengiyan jî dê di 25’ê Mijdarê de li qadan bin
10:12 Li Bakirkoyê yek jê zarok cenazeyê 3 kesan hat dîtin
09:56 Avakarên çalakiyê çi ji wan dixwazin wê dikin
09:37 Piştî qeyûm tayînî şaredariya Hezexê kirin maşîna şaredariyê dewrî polîsan kirin
09:20 Guney: KHK'yan em piştrast kirin ku siyasî ne
09:19 Dag: Bi binçavkirinan dixwazin ciwanan ji siyasetê dûr bixînin
09:17 Roussopoulos: Dixwazin şoreşa civakiyî ya li Rojavayê tune bikin
09:16 Daxwaza hevpar a jinan: Em dixwazin bijîn
09:15 Nûnerên partiyên kurd: Pêşî yekîtiya mêjî, paşê yekîtiya neteweyî
09:15 Şêniyên gundên li ser sînor: Tenê rêyek heye, ew jî yekîtiya neteweyî
09:14 Qebehet xistin stuyê wî, hat xwestin 25 sal ceza lê bê birîn
09:00 ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2019'AN
08:46 4 Hevşaredarên HDP'î hatin binçavkirin
14/11/2019
20:21 Li Iraqê 4 kes hatin kuştin
20:10 Gelê Şehbayê li dijî êrîşên Tirkiyeyê meşiyan
17:34 Endama Meclîsa Şaredariya HDP'î hat girtin
17:02 Orhan: Em li dijî êrişan serî radikin
16:51 Lêpirsîn li Fîrmaya dermanan ku Aydinlikê wê hedef nîşan dabû hat vekirin
16:42 Doza Çerkezoglu hat taloqkirin
16:07 Li Elbistanê 8 HDP'î binçav kirin
16:06 Onlu: Yên ji Komkujiya Dersimê re bêdeng man îro jî ji Rojava re bêdeng dimînin
16:00 Polisan bi ser malbata Vatan de girt!
15:32 Tevdîrên 'ewlehiyê' yên qeyûmê Qoserê didomin
15:29 Ciwanên HDP’ê: Hevalên me berdin
15:12 Farisogûllari: Çare li şûna Rûsya û Amerîkayê Ocalan e
15:02 Taşdemîr: Têkoşîna jinan dê AKP’ê bişîne ser sergoyê dîrokê
14:12 Amerîkayê DAIŞ'iyê di navbera du welatan de mabû qebûl kir
14:10 Togrûl: Yên li ber têkçûnê ne berê xwe dane partiya me
14:00 Doza Nisêbînê: Xweseriya Demokratîk maf e, nabe sûc
13:44 Li Licê operasyona eskerî hat destpêkirin
13:40 ‘Rûsya li Qamişlo dest bi avakirina baregeha esmanî kirin’
13:10 Fînansorê SETA'ya 'sîxur' malbata Albayrak e
12:59 Danişîna ku Demîrtaş muştekiyê wê bû hat taloqkirin
12:42 Endama Meclisê ya HDP'î Zûgûrlî hat girtin
12:38 Li Dîlokê polîsan bi ser avahiyên HDP’ê de girt: Gelek kes hatin binçavkirin
12:28 Rojnameger Polat hat beratkirin
12:27 Doza kuştina Fendîk dîsa taloq kirin
12:22 Rêveberiya Xweser: Amerîka û Rûsya ji Tirkiyê re dibêjin di bin maseyê de ‘bimeşe’
12:13 Bersiva gel a ji bo pirsa 'HDP li dijî qeyûman divê çi bike': Divê HDP helwesteke radîkal nîşan bide
11:13 Qeyûm tayînî 20 şaredariyan hat kirin: Vîna 2 milyon û 219 hezar kesî tune tê hesibandin
10:57 Parêzer ji 7’ê Tebaxê ve nikarin Ocalan bibînin
10:53 Li Rojava piştî zeytûnan niha jî genim tê talankirin gelo?
10:37 Kaplan: Qeyûman 5 milyar û 700 milyon deyn li pey xwe hiştin
09:18 Pêşî berhev kirin, paşê biryar hat girtin
09:18 Wê îsal êzing û sergînan bişewitînin
09:17 Avakara VAKAD'ê Ozgokçe: Jin xwe ewle hîs nakin
09:16 Ji ber wêneyê Erdogan parve kir ji kar hat derxistin
09:16 Malbata Yeşîlmenê, piştî 4 salan vegeriya bajêr: Bila kiryar bên dîtin
09:14 Hevşaredarên qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin: "Wê rejîma ditirse bi paşve here
09:14 Nerazîbûna hiqûqnasan a ji bo pakêta darazê: MHP û AKP, dixwazin kesên îstismarê dikin bên berdan
09:13 Ji Lubnanê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Em berxwedanê birêxistin bikin
09:12 Nasir Yagiz: Rêya yekîtî û azadiya Kurdan Îmralî û Azadiya Ocalan e
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2019'AN
08:54 Rojnameger Çoşkûn û derhêner Kizil hatin binçavkirin
00:25 Li Fermandariya Tûgayê ya Zirxî ya 20'emîn a Rihayê teqîneke mezin pêk hat
13/11/2019
22:56 Li Taksîmê welatiyekî hewl da ku întihar bike
21:37 Hevşaredarên Rêya Armûşê bi muameleyeke nebaş re rû bi rû man
20:40 Siyasetmedar Ahmet Turk rakirin nexweşxaneyê
20:19 Li Îzmir û Bûrsayê komkujî: 2 mêran 5 kes qetil kirin
17:59 Şîna malbata Atîk û Kaçan piştî 3 rojan bi dawî bû
16:51 Li Amedê Fûara Xurekan vebû
16:50 Jinên HDP'î ku hatibûn binavçavkirin hatin berdan
16:26 Mazlum Abdî: Êrîşên Tirkiye ji DAIŞ'ê re bûn hêvî
15:31 Leşkeran destûr neda ku jin li Stewrê bên gel hev
15:31 Sendîkaya Karkeran: Ya dibe sedema întîharê krîza aborî ye
15:30 Rêvebera HDP’a Wanê ya berê hat berdan