ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2019'AN

* Endamê Nûnertiya HDP'ê ya Hewlêre Nasir Yagiz ku li diji tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 187 rojan ket greva birçîbûnê, bal kişand ser Yekîtiya Neteweyî ya Kurd û çareseriya pirsgirêka Kurd û wiha got: "Kurd ji her dem bêtir nêzî Yekîtiyê ne. Em her Kurd destê xwe têxin bin kevir em ê bi ser bikevin. Divê em baş bizanibin û bidin zanîn ku deriyê çareseriyê ne DYA, Rûsya û welatên Ewropa ne. Deriyê çareseriyê Îmralî û azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan e. Heta Birêz Ocalan azad nebe pirsgirêk çareser nabe."

* Berpirsiyarê Baskên Ciwana yê Beyrûdê yê Partiya Komunîsta a Lubnanê Fassan Bzeîh, ji bo êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got, "dagirkeriye" û ev tişt lê zêdekirin: "Em heta dawiyê li pişta têkoşîna li Rojavayê ne. Divê li hemberî dagirkeriyê em bi hev re berxwedanê birêxistin bikin." 
 
* Hiqûqnasan destnîşan kir ku heta daraz nebe darazeke serbixwe, wê tu pakêt nebin cihê çareseriyê û gotin: "AKP û MHP, bi pakêtên derdixin dixwazin kesên îstismarê dikin bên berdan. Dê ev jî ji bo jin û zarokan bibe cihê mexdûriyetên hîn mezintir." 
 
* Hevşaredarên Hezexê Songul Erden û Mûrat Şen ku qeyûm tayînî şûna wan hat kirin, bilêv kirin ku wê gel careke din bersiva qeyûman bide û gotin: "Ê ku bitrise wê rejîm be." 
 
* Di dema qedexeya li Nisêbînê de Selamet Şahîn li hewşa mala xwe hatibû kuştin. Di ser mirina Yeşîlmenê re 4 sal derbas bûn, lê belê hîn jî lêpirsîna hatiye destpêkirin wekî berê ye. Malbata Yeşîlmenê dixwaze kiryar bên dîtin. 
 
* Li Antalyayê Gurkan Çelîk, ji ber ku li ser medyaya civakî wêneyekî montajkirî ku têde Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan destên Fethûllah Gulen maç dike parve kiriye ji karê xwe yê li AEDAŞ'ê hat derxistin. Derbarê Çelîk de bi îdiaya "heqareta li serokomar" doz hat vekirin. 
 
* Avakara VAKAD'ê ku bi KHK'ê hat girtin Zozan Ozgokçe, girtina saziyan, polîtîkayên qeyûman û qedexekirina çalakiyan a li bajêr nirxandin. Ozgokçe, got: "Êdî jin xwe ewle hîs nakin. Destkeftiyên me ji dest me stendin û 50 salan welat bi paş ve birin. Helbet wê ev bêdengî wiha dewam neke." 
 
* Ji ber bihabûna gaza xwezayî li Wanê welatiyan berê xwe da sobevanan û gotin, ji ber nikarin komirê jî bikirin ew ê zivistanê êzingan û sergînan bişewitînin. 
 
* Li Edeneyê, polîsan avêtibû ser pîrozbahiya salvegera 25'an a Rojnameya Atilimê û tevî Kovara Ozgur Gençlîkê hejmara dawî ya rojnameyê jî berhev kiribûn. Lê belê piştî derket holê biryarek wiha tuneye, vê carê bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" hejmara dawî hat berhevkirin. 
 
* Danişîna doza  Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatih Polat dê li 31'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Bakirkoyê bê dîtin. (09.30) 
 
*  Danişîna doza ku Hevserokê HDP'ê yê berê Selahatin Demirtaş muştekî ye û Rojnameger Omer Turan bersûc e dê li 41'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Stenbolê bê dîtin. (09.50)
 
* 1'emîn darnişîna doza endam û rêveberên HDP û DBP'ê yên Mêrdînê ku girtî tên darizandin dê li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê bê dîtin. (10.00)
 
* 4'emîn Danişîna doza xebatkarên TV10'ê Kemal Demîr û Kemal Karagoz  dê li 28’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.45) 
 
* Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dilan Dirayet Taşdemir dê li Navenda Giştî ya HDP'ê têkildarî geşedanên dawî civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)
 
* Rêxistina HDP'ê ya Amedê, dê têkildarî tayînkirina qeyûmên Şaredariyên HDP'ê li Kuçeya Hunerê ya Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)
 
* Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Antalyayê dê li dijî zextên li ser endamên meclîsa ciwanan li avahiya HDP'ê ya Antalyayê civîna çapemeniyê li dar bixin. (14.00) 
 
*  TJA dê têkildardî panela di 15'ê Mijdarê de ku der barê Roja 25'ê Mijdarê li dar bixin li Wanê buroşuran belav bikin. (13.00)
 
 
 
 

Sernavên din

15/11/2019
16:13 Kincên ciwanên HDP’i yên li edliyê çiriyane, destên wan girêdayîne
15:46 Ceylan: Em qeyûman nas nakin
15:44 Di êrişa Tirkiyeyê de eskerê Sûriyeyê mir
15:42 Kubîlay: Em ê di 20’ê Mijdarê de nexşerêya xwe diyar bikin
Kubîlay: Cihê çareseriyê ne Washington e, Kobanê ye
15:35 Dozger xwest rojnameger Demîr û Aydin bên girtin
15:34 Endamên KESK'ê: Em jiyanek mirovane dixwxazin
15:06 Li Taksîmê karkerekî înşaatê yê sûriyeyî birîndar bû
14:46 Şandeya Şopandina Greva Birçîbûnê ji bo endamên Grûp Yorûm banga hestiyariyê kir
14:37 Onlu: Bila komkujiya Dersîmê bi her awayî bê lêkolînkirin
14:15 Ji Paylan rexneya MEB'ê: Di pergala perwerdeyê de cih ji nasnameyên cûda re tuneye
14:11 Nûçegihanê me Omer Akin hat binçavkirin
14:04 Endamên Pêşbirka Çîrokan a Şerzan Kurt diyar bûn
13:41 Hevşaredara Nisêbînê Semîre Nergiz hat berdan
13:40 Ji bo girtiyên jin kartên 25’ê Mijdarê şandin
13:39 Şahoz Hesen: Erdogan armanc dike DAIŞ’a fermî ava bike
13:12 Hevserokên Giştî yên HDP'ê: Em li ber kesên ku li hemberî we çok danenîn erdê pejna xwe ditewîn in
13:10 Rêxistinên elewiyan li Stenbolê tên gel hev
13:03 Der barê Nûçegîhanê MA'yê Kanbal de 2 lepirsînê cuda vekirin
13:02 Li ber Şaredariya Pirsûsê dest bi çalakiya rûniştinê kirin
12:51 Polîsan kurê wekîla HDP’ê Tosun binçav kirin
12:42 Aborînas Şahînoz: Êdî nikare ji derve deyn bike û çavkaniyên hundir jî xelas bûne
12:34 Dê Îlhamî Sîdar li Wanê bi xwînerên xwe re bê gel hev
12:19 Ji Serbijîşkê Nexweşxaneyê gef: Her kes hişê xwe bide serê xwe
12:14 Destûr nadin ku parêzer hevşaredarên dibin çavan de bibînin
11:51 Ciwanên HDP’ê sewqî edliyê kirin
11:39 Budçeya Diyanetê ya 2020'an ji ya 6 wezaretan derbas kir
11:39 Şaredariya Qelqelî Mala Çandê ya Jinan vedike
11:24 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:18 Biryara komkirina broşurên 25’ê Mijdarê dan
11:17 Dundar ê ku kesên bi nasnameyên sexte xwestin wî birevînin: Dixwazim bûyer were ronîkirin
11:03 Graham ji Erdogan re got: Tu dixwazî tiştên ku leşkerên te anîn serê Kurdan nîşanî te bikim?
10:50 Şaredarê AKP'ê: Me we kir misilman
10:45 Beriya qeyûm tayîn bikin alek mezin daliqandin
10:37 Walî û Şaredarî bûn yek û dawî li karê 300 îşportavan anîn
10:36 Tevî astengiyan jî dê di 25’ê Mijdarê de li qadan bin
10:12 Li Bakirkoyê yek jê zarok cenazeyê 3 kesan hat dîtin
09:56 Avakarên çalakiyê çi ji wan dixwazin wê dikin
09:37 Piştî qeyûm tayînî şaredariya Hezexê kirin maşîna şaredariyê dewrî polîsan kirin
09:20 Guney: KHK'yan em piştrast kirin ku siyasî ne
09:19 Dag: Bi binçavkirinan dixwazin ciwanan ji siyasetê dûr bixînin
09:17 Roussopoulos: Dixwazin şoreşa civakiyî ya li Rojavayê tune bikin
09:16 Daxwaza hevpar a jinan: Em dixwazin bijîn
09:15 Nûnerên partiyên kurd: Pêşî yekîtiya mêjî, paşê yekîtiya neteweyî
09:15 Şêniyên gundên li ser sînor: Tenê rêyek heye, ew jî yekîtiya neteweyî
09:14 Qebehet xistin stuyê wî, hat xwestin 25 sal ceza lê bê birîn
09:00 ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2019'AN
08:46 4 Hevşaredarên HDP'î hatin binçavkirin
14/11/2019
20:21 Li Iraqê 4 kes hatin kuştin
20:10 Gelê Şehbayê li dijî êrîşên Tirkiyeyê meşiyan
17:34 Endama Meclîsa Şaredariya HDP'î hat girtin
17:02 Orhan: Em li dijî êrişan serî radikin
16:51 Lêpirsîn li Fîrmaya dermanan ku Aydinlikê wê hedef nîşan dabû hat vekirin
16:42 Doza Çerkezoglu hat taloqkirin
16:07 Li Elbistanê 8 HDP'î binçav kirin
16:06 Onlu: Yên ji Komkujiya Dersimê re bêdeng man îro jî ji Rojava re bêdeng dimînin
16:00 Polisan bi ser malbata Vatan de girt!
15:32 Tevdîrên 'ewlehiyê' yên qeyûmê Qoserê didomin
15:29 Ciwanên HDP’ê: Hevalên me berdin
15:12 Farisogûllari: Çare li şûna Rûsya û Amerîkayê Ocalan e
15:02 Taşdemîr: Têkoşîna jinan dê AKP’ê bişîne ser sergoyê dîrokê
14:12 Amerîkayê DAIŞ'iyê di navbera du welatan de mabû qebûl kir
14:10 Togrûl: Yên li ber têkçûnê ne berê xwe dane partiya me
14:00 Doza Nisêbînê: Xweseriya Demokratîk maf e, nabe sûc
13:44 Li Licê operasyona eskerî hat destpêkirin
13:40 ‘Rûsya li Qamişlo dest bi avakirina baregeha esmanî kirin’
13:10 Fînansorê SETA'ya 'sîxur' malbata Albayrak e
12:59 Danişîna ku Demîrtaş muştekiyê wê bû hat taloqkirin
12:42 Endama Meclisê ya HDP'î Zûgûrlî hat girtin
12:38 Li Dîlokê polîsan bi ser avahiyên HDP’ê de girt: Gelek kes hatin binçavkirin
12:28 Rojnameger Polat hat beratkirin
12:27 Doza kuştina Fendîk dîsa taloq kirin
12:22 Rêveberiya Xweser: Amerîka û Rûsya ji Tirkiyê re dibêjin di bin maseyê de ‘bimeşe’
12:13 Bersiva gel a ji bo pirsa 'HDP li dijî qeyûman divê çi bike': Divê HDP helwesteke radîkal nîşan bide
11:13 Qeyûm tayînî 20 şaredariyan hat kirin: Vîna 2 milyon û 219 hezar kesî tune tê hesibandin
10:57 Parêzer ji 7’ê Tebaxê ve nikarin Ocalan bibînin
10:53 Li Rojava piştî zeytûnan niha jî genim tê talankirin gelo?
10:37 Kaplan: Qeyûman 5 milyar û 700 milyon deyn li pey xwe hiştin
09:18 Pêşî berhev kirin, paşê biryar hat girtin
09:18 Wê îsal êzing û sergînan bişewitînin
09:17 Avakara VAKAD'ê Ozgokçe: Jin xwe ewle hîs nakin
09:16 Ji ber wêneyê Erdogan parve kir ji kar hat derxistin
09:16 Malbata Yeşîlmenê, piştî 4 salan vegeriya bajêr: Bila kiryar bên dîtin
09:14 Hevşaredarên qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin: "Wê rejîma ditirse bi paşve here
09:14 Nerazîbûna hiqûqnasan a ji bo pakêta darazê: MHP û AKP, dixwazin kesên îstismarê dikin bên berdan
09:13 Ji Lubnanê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Em berxwedanê birêxistin bikin
09:12 Nasir Yagiz: Rêya yekîtî û azadiya Kurdan Îmralî û Azadiya Ocalan e
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2019'AN
08:54 Rojnameger Çoşkûn û derhêner Kizil hatin binçavkirin
00:25 Li Fermandariya Tûgayê ya Zirxî ya 20'emîn a Rihayê teqîneke mezin pêk hat
13/11/2019
22:56 Li Taksîmê welatiyekî hewl da ku întihar bike
21:37 Hevşaredarên Rêya Armûşê bi muameleyeke nebaş re rû bi rû man
20:40 Siyasetmedar Ahmet Turk rakirin nexweşxaneyê
20:19 Li Îzmir û Bûrsayê komkujî: 2 mêran 5 kes qetil kirin
17:59 Şîna malbata Atîk û Kaçan piştî 3 rojan bi dawî bû
16:51 Li Amedê Fûara Xurekan vebû
16:50 Jinên HDP'î ku hatibûn binavçavkirin hatin berdan
16:26 Mazlum Abdî: Êrîşên Tirkiye ji DAIŞ'ê re bûn hêvî
15:31 Leşkeran destûr neda ku jin li Stewrê bên gel hev
15:31 Sendîkaya Karkeran: Ya dibe sedema întîharê krîza aborî ye
15:30 Rêvebera HDP’a Wanê ya berê hat berdan