STENBOL – Rojnameger û nivîskar Ahmet Altan ê di 4’ê mijdarê de ji doza dihat darizandin hatibû berdan, li ser îtîraza dadgehê îro dîsa hat girtin.
Rojnameger û nivîskar Ahmet Altan piştî 10 sal û 6 meh cezayê hefsê lê hatibû birîn û Dadgeha Bilind ceza xera kir ji nûve hat darizandin û di 4’ê mijdarê de ji hefsê hatibû berdan. Piştî berdanê Dozgeriya Komarê ya Stenbolê îtîrazî biryara berdana Ahmet Altan kiribû
27’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê îtîrazê nirxand û qebûl kir û biryara berdana rakir û biryara girtinê derbarê Altan de derxist. Altan duh êvarê li malê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û birin emniyeta Stenbolê.
Altan ê îro sewqî Dadgeha Stenbolê ya li Çaglayanê hat kirin carek din hat girtin û ew şandin girtîgehê.