SÊRT - Serokê AKP'ê yê Bajar ê Sêrtê Fûat Ozgur Çalapkûlû ragihand ku ji peywira xwe îstifa kiriye.
Serokê AKP'ê yê Bajar ê Sêrtê Fûat Ozgur Çalapkûlû ragihand ku ji peywira xwe îstifa kiriye. Çapkûlû, ji 2015'an heta niha serokatiya bajar dikir û duh di saetên êvarê de îstifaya xwe ji Navenda Giştî ya AKP'ê re ragihand. Di dema serokatiya Çapkûlû de AKP di hilbijartinên Sêrtê de encamên baş negirt û ji ber vê yekê di mehên dawîn de timik di nav teşkîlata AKP'ê de dihat rexnekirin. Herî dawî li gel ku gelek qeydên hilbijêran jî hatin guhertin jî AKP di Hilbijartina 31'ê Adarê de bi ser neket û ji ber vê encamê Çapkûlû gelek hat rexnekirin.