AMED / DERSIM - Hevşaredarên navçeyên Hezro û Yenîşehîr û bajaroka Periyê ji peywirê hatin dûrxistin û bi fermana Wezîrê Karên Hundir qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin. Hevşaredarê Periyê Suleyman Çelebî diyar kir ku bi poltalên leşkerî dest bi rojê kirine û vîna gel bi rêbazên tên zanîn hatiye xespkirin.
Hevşaredarên navçeyên Hezro û Yenîşehîr yên Amedê û bajaroka Periyê ya navçeya Mazgîrtê ya Dersimê ji peywirê hatin dûrxistin û bi fermana Wezîrê Karên Hundir qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin. Şaredariyên ku ji aliyê leşker û polisan ve hatine dorpêçkirin, lêgerînin lê wan hê jî didomin.
BI ZORÊ JI BÎNAYÊ DERXISTIN
Leşkerên ku bînaya Şaredariya Periyê dorpêç kirin, hevşaredar Songul Dogan û Orhan Çelebî bi zorê ji hundir derxixistin û li hundir dest bi lêgerînê kirin.
'EM BI POSTALAN ŞİYAR BÛN'
Hevşaredar Çelebî li ber bînaya şaredariyê daxuyaniyek da û diyar kir ku bi postalên leşkerî dest bi rojê kirine û ev tişt got: "Kesên bi vîna xwe bawer nabin, vîna gel desteser dikin û ji xwe re qadê vedikin. Em vê xespê qebûl nakin. Me bi zorê ji şaredariyê derxistin. Me li gorî daxwazên gelê xwe xizmet dikir. Em ê xizmetkirina xwe jî bidomînin. Em ê van deran terk nekin. Em li gel gelê xwe bin. Ez xespa dewletê bi tundî şermezar dikim. Kesên ku bi xwe bawerim bi hilbijartinê tên ser kar. Em bang li gelê xwe dikin ku li şaredariya xwe xwedî derkevin."
LI PÊŞIYA YENÎŞEHÎRÊ NOQTEYA KONTROLÊ
Şaredariya Yenîşehîrê jî ji aliyê polisan ve hatiye dopêçkirin û di têketina bînayê de noqteya kontrolê ya polisan hatiye danîn. Di bînayê de lêgerîn pêk hat. Polisan nehişt endamên meclisa şaredariyê yên ku hatin ber şaredariyê bikevin hundir. Parlamentera HDP'ê Saliha Aydenîz û Hevseroka HDP'a Amedê, Hulya Alokmen Ûyanik û endamên meclisa şaredariyê li derveyî dorpêça polisan li hev kom bûn û daxuyaniyekê dan. Hulya Alokmen Ûyanik diyar kir ku kesên li dijî desthilatê dengê xwe bilind dikin tên binçavkirin. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo siberojake baş a ji bo zarokên xwe heta dawiyê bidomînin."
Polisan daxuyaniya Alokmen asteng kir. Li ser vê yekê di navbera polis û HDP'iyan de nîqaş derket. Sekna HDP'iyan a li ber şaredariyê didome.
DUH QEYÛM TAYÎNÎ HEZROYÊ HAT KIRIN!
Polisan serê sibehê bi ser Şaredariya Hezroyê de jî girt û destûr neda ku hevşar û endamên meclisa şaredariyê bikevin şaredariyê û ragihandin ku qeyûm tayînî şaredariyê hatiye kirin. Hevşaredar Gulistan Ektî diyar kir ku biryar ji wan re nehatiye ragihandin. Lêgerîna polisan a li şaredariyê didome. Hevşaredar Ektî da zanîn ku duh ji wan re hatiye ragihandin ku dê Walî û Qeyûmê Amede Hasan Basrî Guzeloglû bê navçeyê û ji ber vê yekê ofisên petrolê sotemeniyê nefirotine wan û ev tişt got: "Em ê li dijî tundiyan serê xwe daynenin. Me beriya niha çawa xebatên xwe dimeşand dê ji niha şûn ve jî bi heman têkoşînê xebatên xwe bidomînin. Dê ev dagirkerî ji me re nebe asteng. Dê hilbijartiyên vîna gel dîsa bên. Em nebiyên Şêx Seîd in. Çawa ku wan çok neşikan em ê jî ji wan re çok neşikînin."