STENBOL – Seroka Odeya Tabîban a Stenbolê Pinar Saîp, bal kişand ser Bernameya Guhertina di Tenduristiyê de û got: "Ev yek projeya bazirganiya tenduristiyê ye. Nexweşxaneyên bajar bûne fabrîqeyên bi hezaran doşek."
Prof. Dr. Ugur Emek jî anî ziman ku piştî Nexweşxaneyên bajar hatin vekirin rêya xizmeta tenduristiyê li pêşiya kesên xizan hat girtin.
Hikûmeta AKP'ê piştî di pergala tenduristiyê de guhertin çêkir, heta niha zêdeyî 10 nexweşxaneyên bajar xistin meriyetê û pêşkêşî sernamedaran kir. Her çend sendîka û rêxistinên tenduristiyê li dijî vê yekê derketin jî dîsa Îktîdara AKP'ê di sala 2002'an de di bin navê Bernameya Guhertina Tenduristiyê de di sala 2017'an de li Edene, Mêrsîn, Îsparta, Yozgatê, di sala 2018'an de jî li Qeyserî, Manisa, Xerpêt û Eskişehirê di sala 2019'an de jî li Bursa û Enqereyê li 10 bajaran Nexweşxaneyên Bajar ava kirin. Têkildarî plan û polîtîkayên Îktîdara AKP'ê ya li ser tenduristiyê Seroka Odeya Tabîban a Stenbolê (ÎTO) Prof. Dr. Pınar Saip, diyar kir ku xizmeta tenduristiyê mafekî civakî ye û wiha got: "Di serdema AKP'ê de ocaxên tenduristiyê hatin girtin. Li şûna wan hekîmtiyên malbatan vekirin. Nexweşxane yek bi yek kirin kargerî. Fermormansa bijîşkan zêde kirin û di 5 deqîqê carekê de nexweşek muayine kirin. Xizmetên laboratuvar û radyolojik kirin xizmeta fîrmayên taşeron. Kirin xizmeta bazirganiyê. Bêtir xizmeta bazirganiyê esas girtin. Nexweşxane kirin kargeriyên sermeya li xwe zêde dike. Li şûna xizmeta tenduristiyê bidin gel, bêtir kirin kargeriya bazirganiyê. Kirin Fabrîqeyên hezar doşekî."
Prof. Dr. Ugur Emek jî anî ziman ku nexweşxaneyên Bajar bi kîraya 25 salan kirin barekî giran û wiha got: "Bi vê yekê dewlet bêtir xistin bin deyn. Bi vê pergalê bêtir rêya xizmeta tenduristiyê li welatiyên xizan girtin. Bi Nexweşxaneyên Bajar re herî zêde kal û pir ji mafê xwe yê xizmeta tenduristiyê bêpar dimînin. Ji ber vê pergalê xizan, kal û pîr êdî bi zahmetî dikarin xwe bigînin xizmeta tenduristiyê."
MA / Ferhat Çelik - Lezgin Tekay