ŞIRNEX - Hevşaredar û endamên Meclîsa Şaredariya Hezexê li dijî tayînkirina qeyûm daxuyaniyek dan û gotin: "Em ji we natirsin. Em û gelê me li ber we serî natewînin.”
Wezareta Karên Navxweyî, Hevşaredara Hezexê Songul Erden ji peywirê dûr xist û qeyûm tayînê şaredariyê kir. Polîsan serê sibêhê avahiya şaredariyê dorpêç kir. Polîsan teblîgata dûrxistinê dan hevşaredar Songul Erden, lê hevşaredar teblîgat îmze nekir. Hevşaredar Songul û endamên meclîsa şaredariyê bi hev re çûn şaredariyê, lê polîsan nehîştin bikevin şaredariyê. Li ser vê yekê daxuyanî dan çapemeniyê.
'TEHAMULÎ XIZMETA ME NEKIRIN'
Hevşaredar Murat Şen daxuyanî da û diyar kir ku ew di hilbijartinên 31’ê Adarê de ji sedî 77 deng girtine lê îro careke din qeyûm tayînê şaredariyê hat kirin û got: "Piştî ku me dest bi xebatên xwe yên şaredariyê kir armaca me ew bû ku ji gelê xwe re xizmetek baş bikin. Ev 7 meh in em dixebitin, lê diyare tehamula hin kesan ji xizmeta me ji gel re kiriye nemaye û ji ber vî jî qeyûm tayînê şaredariyê kirin. Serê sibêhê polîs çûn mala hevşaredar Songul Erden û tebligat dane û gotine 'hûn ji peywirê hatin dûrxistin’. Ev rewş wek henek û şanoyê ye.”
'HÛN NIKARIN ME BITIRSÎNIN'
Murat destnîşan kir ku di tu dewletê de qanûnên bi vî renge tune ne û wiha got: “Bila ew baş bizanibin ku dê rojekî li ber edaletê hesabê bidin û ew ê hevdû sûcdar bikin. Dema diz bikevin nav tengiyê sûcê davêjin kesek dinê. Serê me bilind e, eniya me vekîriye û em ê tu carî dev ji têkoşînê bernadin. Tiştê ku îro hikûmet dike ne bi tenê li dijî HDP'ê, her wiha li dijî gel jî dike. Bi xespkirina dengan ve hûnê negihîjin tu cihê. Em tu carî ji we natirsiyan û em ê netirsin jî."
Piştî axaftinan hevşaredar û endamên meclîsa şaredariyê derbasî avahiya HDP'ê ya navçeyê bûn. Her wiha avahiya HDP'ê ya navçeyê jî hat dorpêçkirin.