WAN - Li herêma Feraşînê ku di navbera Wan, Colemêrg û Şirnexê de ye, bi tevlîbûna 2 hezar û 360 leşker û cerdevanî operasyoneke berfireh a leşkerî dest pê kir.
Li herêma Feraşînê ya di navbera Wan, Colemêrg û Şirnexê, bi tevlîbûna 2 hezar û 360 leşker û cerdevanî operasyoneke berfireh a leşkerî dest pê kir. Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin li gundên herêma operasyonê têketin û derketina gundan hatine girtin û operasyon li qadeke berfireh hatiye berbelavkirin.