STENBOL - Mûstafa Koçak, ji bo li dadgehên adil û serbixwe bê darizandin 44 roj in di rojiya mirinê de ye. Dê û bavê wî, bang kirin û gotin: "Em ji bo kurê xwe edaletê dixwazin. Tiştên îro hatine serê me, dibe sibê bês erê we jî."
Di 31'ê Adara 2015'an de Dozgerê Komarê Mehmet Selîm Kîraz li ber Edliyeya Stenbolê hatibû kuştin. Piştî kuştina Kîraz, Mûstafa Koçak û Mûrat Canim hatibûn girtin û di 11'ê Tîrmeha 2019'an de bi tawanbariya "binpêkirina qanûna bingehîn" cezayê muebeta giran li wan hatibû birîn. Piştî vî cezayî Mûstafa Koçak li Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa T a Şakran a Îzmîrê, bi daxwaza "darizandina li dadgeheke adil û serbixwe" û "darizandina îşkencekaran" dest bi greva birçîbûnê kiribû. Koçak, di roja 90'î ya greva birçîbûnê de dest bi rojiya mirinê kir û niha 44 roj in di rojiya mirinê de ye. Dayik Zeynep Koçak, anî ziman ku kurê wê bûye 37 kîlo û got: "Heta sax bim ez ê piştgiriyê bidim kurê xwe."
‘DEWLET BI HEQ Û HIQÛQÊ NIZANE'
Dayik Zeynep Koçak, anî ziman ku Koçak ji ber îfadeyên îtirafkarekî 2 sal in girtiye û got: "Dewlet, sirf ji bo îşkenceyê lê bike cezayê muebeta giran lê birî. Dixwazim Mûstafa ji nû ve bê darizandin. Naxwazim Mûstafa bimire. Bila dayik piştgiriyê bidin zarokên xwe. Çi dibe bila bibe ew zarokên wan in, bila nexin nav destê dewletê. Dewlet bêrehm e, bi heq û hiqûqê nizane."
Dayik Koçak, diyar kir ku kaxezek vala dane ber kurê wê û jê re gotine 'îmze bike, îşê xwe ji tiştekî neyne' ûg ot: "Lê kurê min neket ber gunehê tu kesî. Gef lê xwarin û ji ber vê wî jî çav girtin. heta sax bim ez ê li pişta kurê xwe bim. Ji bo girtiyan hemûyan doza edaletê dikim."
‘EM NEBIHÎSTIN; NEXWESTIN BIBÎNIN'
Bav Hasan Koçak jî bibîr xist ku ji ber neheqiyên li Koçak hatine kirin meşa edaletê li dar xistine û got: "Lê me dengê xwe negihand van ker û lalan. Me nikaribû xe nîşanî van koran bide. Naxwazin bibînin."
Koçak, anî ziman ku bijîşkê girtîgehê xwestiye mudaxileyî kurê wî bike û got: "Li nexweşxaneyê jî gava destûra dê û bav tunebe emeliyat nabe. Nikarin mudaxileyî Mûstafa bikin. Heger vê yekê bikin ev cinayet e." Koçak, destnîşan kir ku Mûstafa ne bi tenê ye û got: "Çimkî malbata wî, hevalên wî li gel wî ne. Em darizandineke serbixwe û edaletê dixwazin."
Bav Koçak, xwest raya giştî li ber vê neheqiyê dengê xwe bilind bike û got: "Tiştên îro hatine serê me, dibe sibê bês erê we jî."