MÊRSÎN – Serokê Platforma Komeleyên Rojhilat Başûrrojhilatê Abdulhakîm Daş, anî ziman ku heger yekîtiya neteweyî çê nebe wê êrîş bidomin û got: "Heger yekîtiya neteweyîî çê nebe wê êrîşên li ser gelê kurd bidomin."
Piştî Tirkiye êrîş bir ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û destkeftiyên kurdan, bangawaziyên ji bo yekîtiya neteweyî jî li ser hev du tên kirin. Serokê Platforma Komeleyên Rojhilat Başûrrojhilatê Abdulhakîm Daş, anî ziman ku heger yekîtiya neteweyî çê nebe wê êrîş bidomin û got: "Heger yekîtiya neteweyîî çê nebe wê êrîşên li ser gelê kurd bidomin."
‘DIVÊ GEL BÊN CEM HEV DU'
Daş, bal kişand ser perçebûna kurdan û got, ji bo yekîtiya neteweyî gelek tişt hatine gotin, lê belê projeyeke demokratîk esas nehatiye girtin. Daş, got: "A girîng yekîtiya gelê kurd û Kurdistanê ye. Divê ev esas bê girtin. Di vî warî de divê gel hemû esas bên girtin, lê belê hin hêzên herêmî û emperyalîst nahêlin ev yek pêk bê. Lê belê kurd dikarin bi yekîtiyê ji derheqê van astengiyan derkevin. Konfederalîzma demokratîk. Ji bo pergala xweseriya demokratîk an jî federal pêk bê, pêşî divê gel bên cem hev du. Heta niha heger ev yekîtî çê bûbûna wê îro ne Rojava û wê Efrîn nehatana dagirkirin. Çawa dewlet yekîtiya xwe esas digirin, divê gelê kurd jî komara demokratîk esas bigire û li hemû perçeyan û heta li dîasporayê vê yekîtiyê pêk bîne."
Daş, destnîşan kir ku divê gelê kurd û saziyên kurdan ji bo bîrbiriya yekîtiya neteweyî tev bigerin û got, divê rayedarên Başûrê Kurdistanê guh bidin gavên ji bo yekîtiyê yên PYD'ê. Daş, anî ziman ku heger di vî warî de gav neyên avêtin wê sibê dora dagirkirinê bê Başûrê Kurdistanê.
Daş, diyar kir ku ew platformên komeleyan ji bo yekîtiya neteweyî hin xebatan dikin û got: "Di sala 2007'an de li Amedê ji bo yekîtiyê hin xebat hatin kirin. Her wiha me berê jî wekî rêxistinên civaka sivîl di vî warî de xebatine girîng kirin. Heger tevî partiyên siyasî xebatên di vî warî de bên kirin wê yekîtiya neteweyî pêk bê."
MA / Ergin Çaglar