AMED - Partî û rêxistinên kurdan derbarê yekîtiya neteweyî de, anîn ziman ku divê yekîtî li ser esasên neteweyî û demokratîk pêk bê û hemû partî bîrdoziyên xwe deynin aliyekî û ji bo berjewendiyên gelê kurd têbikoşin.
Partî û rêxistinên kurd bal kişandin ser yekîtiya netewey û gotin, demildest divê ji bo yekîtiya neteweyî ya kurd partî û rêxistin li hev kom bibin.
Endamê Lijneya Rêveberinê ya Navendî (MYK) yê PAK’ê Hanîfî Tûran, diyar kir ku ji ber rewşa Bakûr û Rojhilatê Suriye divê ewil partiyên kurd yên li wê derê bên cem hev û got: "Rojavayê Kurdistanê di bin xetereyeke mezin de ye. Dibe ku Tirkiye demografiya wê derê jî xerab bike. Her roj kuştin, talankirin û koçberî heye li wir. Divê ewilî partiyên li Rojavayê Kurdistanê bi taybet TEV-DEM û ENKS û hemû partiyên din li ser esasên mutabakata Dihokê û Hewlerê werin cem hev. Divê dîsa li ser wê esasê di pêşkeşiya Kek Mesûd Barzanî de bên cem hev û li wir îdareyeke hevbeş, di warê eskerî, aborî, dîplomasiyê de karekî bikin û ji bo ku kurd ji binê wê xeteriyê derkevin."
‘LI ROJAVA DÎPLOMASIYEKE HEVBEŞ PÊK BÎNIN’
Tûran, da zanîn ku ji bo qanûna bingehîn a Suriyeyê xebateke navneteweyî heye û got: "Divê partiyên li Rojava dîplomasiyeke hevbeş pêk bînin û di wir de cihê xwe bigirin û bi heyetekê bi hev re beşdarî wir bibin. Ji bo ku di pêşerojê de li Suriyeya kurd mafê xwe bi dest bixin."
‘DIVÊ HER PARÇE DI NAVA XWE DE KONGREKÊ PÊK BÎNE’
Tûran, destnîşan kir ku ji bo Kongreya Neteweyî divê ewilî her parçe di nava xwe de kongre an konferansan bike û got: "Heke ewilî perçeyên Kurdistanê di nava xwe de yekitiyê pêk bînin navê wê kongre be, kordînasyon be ew çax pêkanîna wê, wê rihetir bibe. Em zanin ku di demên borî de xebatên bi wî rengî çê bûn. Me dît ku ew xebat bi rê ve neçûn. Hineka got, divê em ev qas beşdar bibin yên din digot divê em ev qas beşdar bibin nebû. Ewilî bi perçe perçe. Başûr rihetir e. Parlementoyeke wan heye. Parlementoya wan dikare komisyonekê ava bike û ew komîsyon dikare li ser navê Başûr beşdarî Kongreyê bibe. Lê belê parçeyên din ne wisa ne. Li Bakûr em perçe perçe ne. Lê divê yekîtiya miletê kurd li ser esasên neteweyî, demokratîk û milî pêk were. Ger ku li ser van esasan be, ez bawer im ew gav wê awayekî serkeftî encam bigire."
‘JI BER BERJEWENDIYAN HETA NIHA YEKITÎ ÇÊ NEBÛYE’
Alîkarê Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadî Metîn Pîranî jî diyar kir ku bi sedan sala ne gelê kurd li benda yekitiyê ye û got: "Ji ber parçebûyînê mixabin miletê me gelek paşde maye. Ev jî pêwîst dike ku kurd bibin yek. Demekî dirêj e kurd li bendî yekîtiya kurdan e. Lê heta niha mixabin çê nebûye. Ji ber ku gelek partî û rêxistin ji aliyê berjewendiyên xwe nêzîkî van tişta bûne û heta niha yekitî çê nebûye. Gereke hemû partî û rêxistin, sazî û dezgeh bernameyên xwe û bîrdoziya xwe deynin aliyekî û kurdîtiyê û netewetiyê deynin pêşiya xwe û li ser kurdîtiyê û berjewendiyên miletê kurd têbikoşin û bernameyek, destûrek û xalên neteweyî lazim e ku gelê kurd netewetiya xwe pêk bîne. Dû re jî heke mimkun be wê yekitî were avakirin."
‘YEKITÎ BI KONGREYA NETEWEYÎ PÊKANE’
Pîranî da zanîn ku yekitî bi kongreyekê netewî pêkane û got: "Kongreyeke neteweyî dema ava bibe berî niha jî min got, divê hemû partî bîrdozî û bernameyên xwe deynin aliyekî wek kurd nêzîkî vê kongreye bibin. Çend caran jî kongreya neteweyî hat ceribandin lê mixabin nakokî ketiye di navbera partiyan de. Ji ber nakokiyên partiyan jî yekîtî û kongreya neteweyî nehat amadekirin. Ez hêvî dikim ku ji vir û şûnde çend buyerên ku li ser gelê kurd qewîmîne ev bûyer mirov pê diêşin. Partî, sazî û dezgehên kurd jî ev baş dîtine. Gelekî hêvîdarim ji vê rojê şunda hemû partî bîrdozî û bernameyên xwe deynin aliyêkî û wek kurdîtî û neteweyetî nêzîkî van tiştan bibin."
‘YEKITÎ ÇIMA PÊK NAYÊ’
Endamê Lijneya Rêveberinê ya Navendî (MYK) yê KKP'ê Yaşar Kazici bibîr xist ku di demên pêş dê jî hewildanên wisa hatin ceribandin û wiha axivî: "Beriya her tiştî hemû alî divê diyar bikin ku ji bo Kongreya Neteweyî pêk were çi kemasî hene. Ev yekîtî çima pêk nayê. Divê em bikevin pêvajoyeke xwerexnedayînê. Partiyên her çar parçeyên Kurdistanê bi mêtîngeran re têkiliyên dîplomatîk rê ve dibin. Bi gotina demokrasiyê tên ba hev. Hewceye ku kurd destê demokratbûyînê dirêjî hev bikin. Çawa hêzên ku em bi wan re têdikoşin dikarin têkiliyên dîplomatîk pêk bînin divê em di nava xwe de zêdetir van têkiliya deynin."
‘JI PÊVAJOYÊN GIRAN DIVÊ DERSÊ DERXÎNIN’
Kazici, bal kişand ser pêvajoya Rojava û referanduma Başûrê Kurdistanê ya serxwebûnê û wiha got: " Divê em ji van pêvajoya dersê derxînin. Ev pêvajoyên giran yên ku gelê me jiyayî ji ber ku yekitiya netewî nîne hatin jiyîn. Ji ber vê yekê divê partiyên Kurdistanê yên mezin pêşengtiyê ji vî karî re bikin."
‘SIYASETA DEMOKRATÎK DIPARÊZIN’
Kazici, da zanîn ku li Bakûr ser yekîtiyê xebatek heye dixwazin bibin deng ji bo yekîtiyê û wiha domand: "Di demaa qeyûman de jî ev li qada derket holê. Em dizanin ku partiyên mezin di Kurdistanê de siyasetê diyar dikin. Ji ber vê yekê şûna ku partiyên mezin hev nekirinê divê pêk werin heke pêk neyên li dar xistina kongreyê jî zêde ne gengaz e." Kazici, bilêv kir ku di meseleya netewetiyê de şûna qalibên teng cepheya neteweya demokratîk û siyaseta demokratîk diparêzin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji ber ku partiyên mêtînger nanêrin em kîjan bîrdoziyê diparêzin. Tevgerên ku kurd û Kurdistan têde heyî êrîş dikin. Ji xwe doza girtinê li ser partiya me hatiye vekirin. Ev ji dide nîşandan ku em çawa yekitiya xwe ava bikin."