* Bi ser şewitandina Sînemaya Amûdê re 59 sal derbas bûn. Li gel ewqas sal jî sedema şewata li Sînemayê nayê zanîn û tu kes nehatiye darizandin.
* Partî û rêxistinên kurdan derbarê yekîtiya neteweyekî de, anîn ziman ku divê yekîtî li ser esasên neteweyî û demokratîk pêk bê û hemû partî bîrdoziyên xwe deynin aliyekî û ji bo berjewendiyên gelê kurd têbikoşin.
* Serokê Platforma Komeleyên Rojhilat Başûrrojhilatê Abdulhakîm Daş, anî ziman ku heger yekîtiya neteweyî çê nebe wê êrîş bidomin û got: "Heger yekîtiya neteweyîî çê nebe wê êrîşên li ser gelê kurd bidomin."
* Mûstafa Koçak, ji bo li dadgehên adil û serbixwe bê darizandin 44 roj in di rojiya mirinê de ye. Dê û bavê wî, bang kirin û gotin: "Em ji bo kurê xwe edaletê dixwazin. Tiştên îro hatine serê me, dibe sibê bês erê we jî."
* Endama Tevgera Serdestiya Madenê ya Brezîlyayê Camîla Mûdrek, anî ziman ku li Bolîvyayê kesên nikarin bi awayekî aşkere darbeyê bikin, mekanîzmaya parlementeriyê bi kar anîne û darbe kirine. Mûdrek got, li Amerîkaya Latîn kelehên çepgiriyê hedef tên girtin.
* Jinên ku hinarên bi nav û deng ên Pirsûsê dikin tirşî, bang li her kesî kirin ku ji dêvla berên li marketan tên firotin, berên xwezayî tercîh bikin.
* Piştî Trûmp, biryara vekişandinê dabû, hunermendê avûstralyayî Les Thomas bi navê "Îxaneta Mezin" stranek çê kiribû. Thomas, got: "Heger li cîhanê kesên din xwe ji pêşdaraziyan daweşînin û bikaribin bibînin, wê gelek tiştan ji Rojavayê hîn bibin."
* Danişîna doza Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku 46 sal ceza jê tê xwestin dê li 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (09.00-16.00)
* Danişîna doza kuştina Berkin Elvan dê li 17’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)
* Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê dê têkildarî binçavkirina 36 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê, li avahiya bajar civîna çapemeniyê li dar bixin. (11.00)
* Platforma Sendikaya Karkeran a Stenbolê ji bo balê bikişînin ser mafê karkeran dê Qada Azadiyê Ozgurluk Bakirkoyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)
* Meclîsa Jinan a HDP'ê dê li di çarçoveya 25'ê mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî tundiya Jinan li Stewra Mêrdînê bi jinan re bicivin. (13.00)