NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Ahmet Altan ku di 4'ê Mijdarê de hatibû berdan, dîsa hat binçavkirin. Wê Altan sibê dîsa têkeve girtîgehê.
Rojnamevan Ahmet Altan ku piştî hewldana drabeyê ya 15'ê Tîrmehê hatibû girtin, piştî 3 sal û nîvan di 4'ê Mijdarê de hatibû berdan. Lê belê îro dîsa hat binçavkirin.
Altan, li ser îtiraza Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê hat binçavkirin. Hat diyarkirin wê sibê Altan bişînin Girtîgeha Sîlîvriyeyê.