KOBANÊ - Hat ragihandin dewriya Tirkiyê û Rûsya gule li sivîlên ku nerazîbûn nîşanî dewriyê dan reşandin û gelek kes birîndar bûn.
Tirkiye û Rûsya îro dewriya 5'emîn li Kobanê geriyan. Xelkê herêmê bertek nîşanî dewriyê dan. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); ji konvoyê ango dewriyê gule li welatiyan reşandine û gelek kes birîndar bûne. Eskerên tirk gaza îsotê avêt sivîlên ku nerazîbûna xwe dianîn ziman.