ENQERE - Parlamentera HDP’ê Pero Dûndar, "Baxçeyên Milet" ya li ser goristanên Suryanî û Ermeniyan ên li Kerborana Mêrdînê hat çêkirin, bi rojeva Meclîsê.
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê Pero Dûndar, piştî ku nûçeya “Li ser goristanên Suryanî û Ermeniyan "Baxçeyê Milet' çêkirin" di ajansa me de 11’ê Mijdarê hat serwîskirin, mijar bir rojeva Meclîsê.
Dûndar, ji bo ku Wezîrê Kar Hûndir Suleyman Soylû bersiv bide, pêşniyazname da Meclîsê. Dûndar di pêşniyaznemeya da de wiha got: “Ligel ku gel rayedar hişyar kirine jî, dîsa goristan bi xurdeyên wê ve bar kirin û li şûna wê ev proje bi cih anîn.”
Dûndar di pêşniyaznameya da de, ev pirs ji Wezîr Soylû kirin:
“* Gelo agahiya çêkirina park û avakirina salona dawetê ya li ser goristanên Ermenî û Suryaniyan raste?
*Gelo îdîayên welatiyan ên ew cih aîdê goristanên Ermenî û Suryaniyan hatiye lêkolînkirin?
*Gelo çimanê ligel îtîrazên gelê Kerboranê jî, ew park di wî erezî de hat avakirin?
*Gelo we derbarê mijarê de we dest bi lêpirsînê kiriye û ger we dest pê kiribe di çi astê deye?
* Ger ev bûyer rast be, wê demê we kavilên arazî bi kove birin?
*Ger ev îdîa rast be, hûnê ji bo gelên Ermenî û Suryaniyan daxuyaniyekê bidin?”