ENQERE - Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş, têkildarî kuştina Nadîra Kadîrova ya li mala parlamenterê AKP'ê Şîrîn Unal kuştî hat dîtin, pirsname da Wezirê Dadê û got: “Gelo dixwazin dosyaya dosya Kadirova bigirin?"
Parlamentera Partiya Demokratik a Gelan (HDP) ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, têkildarî kuştina Nadîra Kadirova ya li mala parlamenterê AKP'ê yê Stenbolê Şîrin Unal kuştî hat dîtin pirsname da Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul.
Beştaş, diyar kir ku li gorî rapora midûriyeta polîsan a Enqereyê li ser şopa swap a Nadira Kadirovayê nehatiye dîtin û wiha got: "Tê diyar kirin ku piştî çend saetan mînakê Swapê hatine girtin. Li gorî lêkolînên kriminal Nadira xwe ne kuştiye."
Beştaş, di pirsnameyê de ev pirs pirsîn:
* Li lêpirsîna li malê de ji xeynî Nadira mînaka swapê li ser kesên li malê jî hatiye girtin? Ger ku lêkolîn hatibe kirin encam çiye?
* Li ser îdîayên tacîza zayendî ya hevalê Nadira, li ser naaşê wê lêkolînên şopên sperm, DNA û mînakên wekî wê hatin hatin kirin ya na? Encam çiye?
* Li odeya Nadira li ser hemû alav û amûrên wê lêkolînên DNA, por, pûrt û delînên din hatin kirin ya na? Ger ku nehatibe kirin çima nehatiye kirin?
* Li ser rewşa guleberdanê lêkolîn hatiye kirin. Ger ku nehatibe kirin çima nehatiye kirin?
* Piştî Nadira hat kuştin, di wêneyê hatiye kişandin de çima lêkonîna di çekê de cercur heye ya na? nehatiye kirin.
* Li gorî rapora Midûriyeta Polîsan tê gotin ku li ser Nadira Kadirova şopa swapê nehatiye dîtin. Ev nîşan dide ku ne întîhar e. Ji bo vê yekê dê îfadeya şahidan bê girtin ya na?
* Ji bo pirsên der barê kuştina Nadira Kadirova de bê bersîvandin dê lêpirsînek çawa bê kirin ?
* Tê diyar kirin ku malbata Nadira de bin gefan de ye û 24 saetan polîs li pêş mala wan nobedê digirin. Di vê mijarê de wezaret çi tedbîran distîne?