STENBOLÊ - Li navçeya Beyoglûyê zilamekê pere ji jinekê xwest tundî lê kir. Piştî êrîşê jinê rakirin nexweşxaneyê û êrîşkar jî hat binçavkirin.
Li navçeya Beyolgû ya Stenbolê zilamekî ku pere ji jineke biyanî xwest, ji ber ku jinê pere nedayê tundî lê kir. Bûyer, li ber navenda serlêdana vîzeyê ya li Dolapdereyê çêbû. Zilamê beyanî nêzî jina turîst bû û pere jê xwest. Ji ber ku pere neda, êrîşakar bi demirê ku ji înşaatekê anî bû, tundî lê jina turîst kir. Welatiyên li derdorê mudaxaleyî êrîşkar kirin. Piştî bûyerê jinê rakirin nexweşxaneyê û êrîşkar jî hat binçavkirin.