ÎZMÎR - Di operasyona navenda wê Îzmîrê de, bi nûçegihana me Ruken Demîr re rojnameger Melîke Aydin jî di nav de bi giştî 12 kes hatin binçavkirin.
Polîsan di çarçoveya lêpirsînê ya Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê bi rêve bir de, serê vê sibê bi ser gelek malan de girtin. Polîsên ku Îzmîr û Stenbolê bi ser malan de girtin, bi nûçegihana me Ruken Demîr re rojnameger Melîke Aydin jî di nav de bi giştî 12 kes hatin binçavkirin. Di nava kesên hatin binçavkirin de rêveberên TUHAD-FED’ê jî hene.
Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Bajêr û derbarê wan de biryara 24 saetan sînordarkirin hat dayîn. Ji ber vê destûr nayê dayîn ku parêzer biçin hevdîtina muwekîlên xwe.
Navê kesên hatin binçavkirin wiha ne: “Rojnameger Ruken Demir, Melike Aydin û Selma Altan, Hediye Tekin, Mehmet Gergin, Şehmus Daghan, Murat Tufan, Sait Bahadir, Ramazan Tufan, Îsmaîl Akbay, Hayri Dikilitas û Mazlum Koç."