STENBOL - Hat diyar kirin ku 36 endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê yên hatin binçavkirin, paşve hatine kelepçe kirin û rastî îşkencê hatine. Hat îdîakirina ku kesên ji bo sohbetê bangî ciwanan kirin û ji wan re gotin “Rayedarên dewletê ne” ciwan bi girtinê tehdît kirine.
Di çarçeveya lêpirsîna navenda wê Stenbolê de, di 8’ê Mijdarê de li dijî endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) operasyona binçavkirinê hatibû dest pêkirin û yek jê zarok 36 kes hatibûn binçavkirin. 36 kesên duh birin edliyê, dema binçavkirina wan, 4 rojên din hat dirêjkirin.
ÎŞKENCE!
Hat diyar kirin ku yek ji ciwanên dibin çavan de Metîn Yilmaz ê piştî birin edliyê û paşve anîn Miduriyeta Polîsan, ji ber ku pêkanîna lêgerîna tazî qebûk nekiriye, wî xistine odeyek bêkamera û bi awayekê ku li ser bedena wî şop nemînin, hatiye îşkencekirin. Hat ragihandin ku Yilmaz niha bi zorê dimeşe û ligel vê yekê jî, li ser benda wî tu şopên îşkenceyê xuya nakin.
NEXWEŞXANÊ RAPOR NE DAYÊ!
Parêzeran, dest nîşan kirin ku ciwan ji bo rapora tenduristiyê bigirin birine nexweşxanê û ji ber ku kelepçeyên destê wan hişk girê dane, zendê wan reş bûne û ciwanên xwestine li ser vê yekê raporê bigirin, bijîşkan ew ji odeyê derxistine.
BI PAŞVE KELEPÇE KIRIN
Parêzeran, diyar kirin ku bijîşkan ciwan muayene nekirin, rapor nedan wan û ligel hemû hişyariyên kirine jî muwekîlên wan bi paşve kelepçe kirine.
Hat îdîakirina ku kesên ji bo sohbetê bangî ciwanan kirin û ji wan re gotin “Rayedarên dewletê ne” ciwan bi girtinê tehdît kirin e.