AMED - Malbata Îbrahîm Çelîk ê HPG'yî ê ku bi 3 hevalên xwe re li çoltara Licê jiyana xwe ji dest da mewlîd da.
Malbata Îbrahîm Çelîk (Mahîr Andok), piştî 40 rojiya definkirinê, li mala xwe mewlîd da. Endamên MEBYA-DER û welatî beşdar bûn. Piştî mewlîda hat xwendin malbatê xwarin da mêvanan. Di şerê 3'yê Hezîranê de li çoltera Licê şer derketibû. Di şer de endamên HPG'ê Îbrahîm Çelîk (Mahîr Andok), Abdullah Tûrhan (Reber Amed), Omer Demîr (Serhildan Mazî) û Yûsûf Kayran (Zinar Akro) jiyana xwe ji dest dabûn. Malbatan piştî 44 roj şûnde ji herema operasyonê cenaze wergirtibûn. Malbatê piştî cenaze rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê, ji bo testa DNA’yê xwîn dan. Cenaze ji vir jî şandibûn Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Piştî testa DNA diyar bû, di 27’ê Îlonê de cenaze bi kargoya balafirê şandibûn Amedê. Cenaze di 28’ê Îlonê de li şûna cenazeyan bidin malbatan şandibûn Morga Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê. Pişt re malbatan cenazeyên Omer Demîr (Serhildan Mazî) û Yûsûf Kayran (Zinar Akro) 30'ê Îlonê yê Îbrahîm Çelîk (Mahîr Andok) û Abdullah Tûrhan (Reber Amed) jî 1'ê Cotmehê de spartibûn axê.