NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê DAIŞ'î yê ji DYA'yê ku Berdevkê Wezîrê Karên Hundir Îsmail Çatakli diyar kir ku wan ew dersînor kiriye, rayedarên Yunan ew qebul nekirin û paşve şandin. Piştî Yunan endamê DAIŞ'î paşve şand, li herêma tampon a di navbera Tirkiye û Yunanîstan de asê ma.
Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu roja înê daxuyanî da û diyar kir ku endamên DAÎŞ'ê ku wan binçav kirine dê wan bişînin welatê wan. Piştî daxuyaniya Soylu, Berdevkê Wezîrê Karên Hundir Îsmail Çatakli diyar kir ku wan ew dersînor kiriye, rayedarên Yunan ew qebul nekirin û paşve şandin. Piştî Yunan endamê DAIŞ'î paşve şand, li herêma tampon a di navbera Tirkiye û Yunanîstan de asê ma. DAIŞ'î ji Îdareya Koçberiyê ya Stenbolê ji bo bişînin DYA şandin Edîrneyê. Berdevkê Wezîr Îsmaîl Çatakli, anî ziman ku endamên DAIŞ'ê yên karê wan li Navenda Paşve Şandinê ya Tirkiyeyê bi dawî bû, şervatekî terorîst ê biyanî yê ji DYA'yê (YTS), ji aliyê midûrê Giştî ya Îdareya Koçberiyê ve ji Tirkiyeyê dersînor kirine. Rayedarên Yunan jî DAIŞ'î paşve şand. DAÎŞ’iyê li Sînorê Kastanies ê Yunan tê rawestandin, ji aliyê Yûnan ve nehat qebûlkirin û di navbera Tirkiye Yûnan de tê rawestandin.