NAVENDA NÛÇEYAN - Derket holê ku kesê li navçeya Beyoglû li hewşa mala xwe mirî hat dîtin, sîxurê berê yê îstîxbarata Îngilistanê James Gustaf Edward Le Mesurier e.
Li taxa Kemankaş Karamûstafa Paşa ya navçeya Beyoglû ya Stenbolê, kesên ku çûn nimêja serê şevaqê, di hewşa avahiyeke 3 qat de cenazeyê kesekî dîtin. Piştî îxbarê komên tenduristiyê û polis sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Polis piştî ku hatin cihê bûyerê, ji bo hînbûna nasnameya cenaze ketin avahiyê û tespît kirin ku kesê jiyana xwe ji dest daye sîxurê berê yê îstîxbarata Îngilistanê efser James Gustaf Edward Le Mesurier e.
Hevjîna Le Mesurier ku li qata 3'emîn a avahiyê de rûdinê derî li polisan vekir û li ser hînbûna rewşê ya ji polisan sar bû.
Piştî lêkolînên li ser cenazeyê Le Mesurîer ji bo otopsiyê sewqî Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê hat kirin.
Tê payîn ku Le Mesurîer ku demeke dermanên antîdepresanê bi kar tîne, xwe ji şaneşîna mala xwe avêtiye.
Le Mesurîer, weke damezrînerê Mixfer Spî yên li Sûriyeyê xebatan dimeşînin, tê nasîn.