GIRÊ SPÎ - “Artêşa Netewî ya Sûriyeyê” (ANS), li Serêkaniyê û Girê Spî sivîlan direvîne. ANS, ji bo navendên xwe yên Îdlibê ji malbatên sîvîlan fidye dixwazin.
Komên El Nûsra û DAIŞ’ê yên dewa El Kaîdê ku cihê xwe di nava “Artêja Netewî ya Sûriyeyê (ANS) û Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) de digirin ên ketine bajarên Girê Spî û Serêkaniyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên mirovahiyê dikin. Komên ANS’ê yên bi înfazkirina sivîlan, dizî û talanê tim dikevin rojevê, li her 2 bajaran mirovan direvînin û fidye ji malbatên wan dixwazin. Endamên ANS’ê, ji bo navendên xwe yên Îdlibê ji malbatên sîvîlên revandine fidye dixwazin.
Yek ji kesên hatin revandin Mahysûm Seyda yê 81 saliye. Seyda ji ber ku mala xwe terk nekir, di 1’ê Mijdarê de li gundê Tel Menda hat revandin. ANS’iyên traktor, pîkap û alavên Seyda talan kirin, dûre bi telefonê li malbata wî geriyan. ANS’iyan ji malbatê 25 hezar Dolar fidye ji malbatê xwestin. Malbata Seyda pere gihiştandin navendên Îdlibê yên ANS’iyan. Seyda piştî 9 roj gef û îşkenceyên giran, hat berdan û mala xwe terk û li gel malbata xwe ya koç kirî bi cih bû.
AGAHÎ JI HEBEŞ Û EL MAHSÛM NAYÊ GIRTIN
Dîsa ciwanê bi navê Amar Elî El Mahsûm li Girî Spî ji aliyê komên Cephe El Şamiyê ve hat dîl girtin û teslîbî TSK’ê hat kirin. Derbarê aqûbeta El Mahsum de tu agahî nayin girtin.
Nesreddîn Hebeş ê li Serêkaniyê hat revandin jî aqûbeta wî nayê zanîn. Hebeş ê di dema êrîşan de koçî TÎl Temîrê kiribû, berî 4 rojan ji bo mala xwe kontrol bike vegeriya Serêkaniyê û ji aliyê ANS’iyan ve hat binçavkirin. Hebeş ê di nava xebatên siyasî yên Konseya Neteweya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) de cih digire, ev 3 rojin agahî jê nayê girtin.