AMED - Di operasyona leşkerî ya li sêgoşeya Amed, Mûş û Çewlikê hatiye destpêkirin de li tax û mezrayên ku ji çûyîn û hatinê re hatine girtin, bi ser malan de tê girtin.
Operasyona leşkerî ya bi piştgiriya hewayî ku di 8'ê Mijdarê de li sêgoşeya Amed, Mûş û Çewlikê, bi beşdariya 3 hezar yekineyên taybet û cerdevanan hat destpêkirin, didome. Tê diyarkirin ku giraniya operasyonê li herêma Şênê tê tê lidarxistin. Di çarçoveya operasyona ku li qadeke berfireh hatiye berbelavkirin de çûyîn û hatina gund û mezrayên herêmên çiyayî hatine girtin û leşker bi li van gund û mezrayan bi ser axoran de digirin. Hin deverên strarejîk ên herêmên çiyayî dem deman ji aliyê teyaran ve tên bombebarankirin. Lê agahî nehatin bidestxistin ku li herêmê pevçûn derketine ya na.
Her wiha li herêmê liv û tevgera helîkopter, ÎHA, SÎHA'yan berdewam dike.