WAN - Hevşaredarên Rêya Armûşê Şehsad Kûrt û Azîm Yacan ku piştî hatibûn binçavkirin û qeyûm tayînî şûna wan hatibû kirin, derxistin edliyeyê.
Hevşaredarên Rêya Armûşê Şehsad Kûrt û Azîm Yacan ku di 8'ê Mijdarê de hatibûn binçavkirin û qeyûm tayînî şûna wan hatibû kirin, bi angaşta "Endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" 4 roj in li Miduriyeta Polisan a Wanê, di bin çavan de ne. Kûrt û Yacan piştî ku karê wan ê li miduriyeta polisan bi dawî bû, anîn Edliyeya Wanê. Tê payîn ku li Edliyeyê îfadeyên wan li dozgeriyê bê girtin û sewqî dadgehê bên kirin.