MÊRDÎN - Di doza ji nû de dariznadina polîsê berî 4 salan li Qoserê Mazlûm Tûran ê 16 salî kuşt de, biryar hat dayîn. Polîsê ku berê, salek û 10 meh cezayê girtîgehî lê hatibû birîn, vê carê 10 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Li navçeya Qoser a Mêrdînê, di 28'ê Tebaxa 2015'an de Mazlûm Tûran ê 16 salî, bi hinceta ku guh nedaye banga ''raweste'', ji hêla polîsê bi navê Suleyman Esenboga ve hat kuştin. Di doza hat dîtin salek û 10 meh cezayê girtîgehê li polîs hat birin. Parêzerên Tûran ev biryar îtîraz kiribûn û îtîraza wan hatibû qebûl kirin. Di danişîna biryarê ya doza ku nû jî ve hat dîtin de, biryar hat dayîn. Danişîn li 5’emîn Dadgeha Cezayê giran a Mêrdînê hat dîtin. Bersûç Suleyman Esenboga û parêzerên wî bi SEGBÎS’ê ji Edliya Mêrsînê beşdarî danişînê bûn. Malbata Tûran û parêzerên wî li salona danişînê amede bûn.
Piştî danasîna nasnameyê, danişînê dest pê kir. Dozger xwest bersûc Suleyman Esenbogan bi sûcdariya “Bi zanebûn, kuştinê” bê cezakirin.
‘YEK JI ZAROKÊN DI DERSÊN DEWLETÊ DE HATIYE KUŞTIN E’
Parêzerê malabata Tûran Erdal Kûzû piştî dozger parastin kir û wiha got: “Helbesteke helbestvan Ece Ayhan ya ‘Birdariya Xwendekarê Kiryar Nediyar’ heye. Di vê helbestê de behsa zarokên di dersên dewletê de hatine kuştin dike. Mezlûm jî yek ji van zarokên ku di dersa dewletê de hatiye kuştine. Pêkanîna me ya hiqûqê cihêkariye. Li gorî nav, wesf û erdnîgariyê darizandin tê kirin. Ji roja ku ev welat hatiye avakirin û vir ve ev awayê darizandinê dewam bike. A rastîn jî mutaele jî eve. Li Qoserê bûyerekê rû daye. Tedbîr hatine girtin. Tu agahiya Mezlûm ji vê yekê tuneye û deme diçe mala xwe ji aliyê polîs ve tê kuştin. Kesekê wî dikuje erkdarê dewletê ye û vê yekê ji holê raneke. Ji ber vê em dixwazin dadgeha me li gorî hiqûqê, exlaq û wijdanê biryarê bide.”
CEZA DAXISTIN
Dadgehê piştî parastina Kûzû navber da danişînê.
Dadgehê piştî navberê, biryara xwe aşkere kir û ji bo bersûc Suleyman Esengboga bi sûcdariya “Bi zanebûn kuştinê” 12 sal cezayê girtîgehê birî. Şandeya dadgehê dûre ji ber nêzîkatiyên baş ên bersûc Esenboga yên di dadgehê, ceza daxist 10 salan.
DEST PÊ KÊ SALEK CEZA DABÛNÊ
Polîsê bersûc Suleyman Esenboga, di darizandina berê de 3 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birin. 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê dûre ev ceza daxistibû 2 sal û 3 mehan. Dagehê piştre ‘rewşa baş’ a bersûc li ber çavan girtî bû û salek, 10 meh û 15 roj cezayê girtîgehê lê birîbû û dadgehê biryar jî paşve xistibû.