AMED - Li navçeya Heskîfê wesayîteke leşkerî qelibî, 3 leşker û 4 cerdevan birîndar bûn.
Maşîneyeke zirxî ku ji navçeya Heskîfê derbasî Qereqola Cendirmeyan a navçeya Kercewsê dibû, li nêzî Qereqola Cendirmeyan a Keldiyê qelibî. Di encama qezayê de 3 leşker û 4 cerdevanên ku di wesayîtê de bûn, birîndar bûn. Birîndar, bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên li Heskîf û Êlihê.
Hat hînbûn ku rewşa leşker û cerdevanek giran e.