'Tirkiye min bişîne Sûriyeyê jî ez ê dîsa birevim'

  • rojane
  • 09:06 11 Mijdar 2019
  • |
img

ÎZMÎR/EDENE - Penaberên Sûriyeyê ku Tirkiye dixwaze wan li 'Herêma Ewle' ya ku hewl dide li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava bike, bi cih bike, bi fikar in. Aliye Hadîp ku bi 2 zarokên xwe re li Îzmîrê dijî, bi van gotinan bertek nîşanî vê rewşê da: "Heke em bên şandin, ez ê reyek bibînim û careke din ji Sûriyeyê derkevim. Lewre hê jî çeteyên DAIŞ'ê hene."

Tirkiye, êrîşên xwe yên ku di 9'ê Cotmehê de da destpêkirin hê jî didomîne û dixwaze sûriyeyiyên ku di rewşa penaberiyê de ne li 'Herêma Ewle' ya ku hewl dide ava bike, bi cih bike. 
 
Li gorî daneyên Komeleya Piştevanî û Piştgiriya Penaberan, heta 31'ê Cotmehê 3 milyon û 680 hezar û 603 penaberên Sûriyeyê li Tirkiyeyê qeydkirî hene. Bi kesên ne qeydkirî re tê payîn ku nêzî 5 milyon penaberên Sûriyeyê li Tirkiyeyê hene.   
 
Tirkiye ku bi hedefa nimejkirina li Mizgefta Emeviyê raste rast tevlî şerê navxweyî yê Sûriyeyê ku sala 2011'an dest pê kir bû, timik penaberên Sûriyeyê li dijî Ewropayê weke koz bi kar anî. 
 
Walîtiya Stenbolê, di 1'ê Tebaxê de bi daxuyaniyekê ji bo terikandina penaberên sûriyeyê yên ku qeydên wan ên demkî yên parastinê tunene, heta 20'ê tebaxê dem diyar kir. Piştî Walîtiya Stembolê, Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû vê dîrokê heta 30'ê Cotmehê dirêj kir. Piştî bi dawîbûna vê demê Miduriyeta Giştî ya Îdareya Koçê daxuyand ku bi awayekî dildar 34 hezar û 663 penaber çûne Sûriyeyê.  
 
Penaberên Sûriyeyê yên li Îzmîr û Edeneyê ji ber bicihkirina xwe ya li 'Herêma Ewle' bi fikar in. 
 
ZAROKA XWE YA 3 MEHÎ DI BOMBEBARANÊ DE WINDA KIR
 
Aliye Hadîp ku beriya 2 sal û nîvan, bi hevjîn û zarokê xwe re ji Helebê hatiye Îzmîr, diyar kir ku ji ber gotina 'Herêma Ewle' ya rayedarên tirk bi fikarin û wiha got: "Dema em li Helebê bûn, nexweşxaneya ku pitika min a 3 mehî lê tedawî didît, ji aliyê DAIŞ'ê ve hat bombekirin û pitika min jiyana xwe ji dest da. Perçeyên şerepnelê li serê kurê min ê 3 salî ket. Ji bo tedawiya wî em ji neçarî hatin Tirkiyeyê. Em di qamyoneke ku sewalan dikişand de bi awayekî qaçax piştî rêwiya bi saetan hatin Tirkiyeyê û derbasî Îzmîrê bûn."
 
'DAIŞ HÊ JÎ LI SÛRIYEYÊ HEYE'
 
Hadîp destnîşan kir ku piştî 3 mehan perçeyên şerepnelê ji serê kurê wê hatine derxistin û heta sal û nîvekê tedawiya bi dermanan dîtiye. Hadîp piştî demekê ji ber tundiya ku ji hevjînê xwe yê ku hê 14 salî bûye pê re hatiye zewicandin dibîne, dev ji hevjînê xwe ber dide û niha 2 zarokên xwe re dijî. Hadîp li atolyeke xişran dixebite û debara xwe û zarokên xwe dike. Hadîp destnîşan kir ku naxwaze vegere Sûriyeyê û ev tişt anî ziman: "Hê jî DAIŞ li Sûriyeyê heye. Zilma DAIŞ'ê gelek pîs e. Jixwe me her tiştê xwe ji DAIŞ'ê re hişt û reviyan. Min ji nûçeyan bihîst ku li ser lihevkirina bi Rûsyayê re Tirkiye dixwaze penaberan bibe 'Herêma Ewle'. Heke Erdogan me sûriyeyiyan bişîne, ez ê rêyek bibînim û careke din birevim. Sûriye cihekî gelek bi talûke ye."
 
'EM JI BO WAN AMÛRA SER MASEYÊ NE'
 
Hidir Kalo (68) ku di 2015'an de ji Reqeyê hatiye Edeneyê bi cih bûye jî diyar kir ku di nav şertên zor û zehmet de bi hevjîn û 8 zarokê xwe têkoşîna jiyanê dide û wiha got: "Li Tirkiyeyê penabertî gelek zor e. Me bi zorê ji xwe re jiyanek li vir ava kiriye. Lê niha dixwazin me li 'Herêma Ewle' bi cih bikin. Em ji bo wan amûra li ser maseya hesapkirinê ne. Bila êdî me nekin amûra mijaran. Bila vî şerê rawestînin." 

Sernavên din

11/11/2019
14:32 Koalisyona Navneteweyî û QSD dê civina hevpar pêk binin
14:27 Ji jinên girtî re kartên piştevaniyê şandin
14:24 Li Serêkaniyê û Girê Sîp sîvîl tên revandin
14:23 Li herêma ku ji çûyîn û hatinê re hatiye girtin operasyona leşkerî didome
14:09 Kurtulan: AKP bûye pêlîstoka DYA’yê
14:07 Hevşaredaren Rêya Armûşê derxistin edliyeyê
13:55 10 sal cezayê girtîgehê li polîsê Mazlûm Tûran ê 16 salî kuşt hat birîn
13:27 Esad: Neyarê me Erdogan û polîtîkayên wî ne
13:05 Mexmûr 118 roj in di bin dorpêçê de ye
12:25 Prof. Dr. Mumtaz Soysal jiyana xwe ji dest da
12:11 Endamên Meclisa Ciwanên HDP'ê 4 rojin di bin çavan de ne
12:11 Ji Mizrakli name: Ji bo edaletê banga têkoşînê dikim
12:10 Li Sûrê 850 zarokî 'Pîrê û Rovî' temaşe kir
11:49 Pirtûkên xwendin û nivîsandina Kurdî rastî eleqeyek mezin hat
10:59 Lêpirsîna Hevşaredarên Rêya Armûşê ya li Midûriyeta Polîsan bi dawî bû
10:48 Ji ber krîza aborî tenê li ser daxwazê tembûran çê dike
10:47 Li Heskîfê wesayîta leşkerî qelibî: 7 birîndar hene
10:22 Gelê Til Rifatê êrîşên Tirkiyeyê şermezar kir
09:25 Danişîna doza Rojnameger Evren dê sibê bê dîtin
09:08 Li Baxçeyên Hevselê û Çemê Dîcleyê wextê payizê ye
09:07 Di serdegirtina malê de hat kuştin, di du salan de 3 daneşîn hatin dîtin'
09:06 'Tirkiye min bişîne Sûriyeyê jî ez ê dîsa birevim'
09:00 Koçyîgît: Di 4-5 mehên pêş de dê AKP bikeve pêvajoya jihevketinê
09:00 Hinceta redkirina serlêdanên meleyên ixrackirî: Lîsteya 'îxbarê' ya ji serokên AKP-MHP'ê pêk tê
09:00 Işik: Ji bo yekîtiya neteweya Kurd berpirsiyarî dikeve ser milê her kurdî
09:00 Goristana suryan û ermenan kirin 'Baxçeyê Millet'
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2019'AN
10/11/2019
19:04 Ciwanên HDP’î yên di bin çavan de dest bi greva birçîbûnê kirin
18:38 Di serdema AKP'ê de betalî ji sedî 497 zêde bû
17:53 Li Silûk û Ezazê teqîn: 9 kes mirin û 20 kes birîndar bûn
17:14 Tiryakî: Em dê qedera gelê xwe biguherin
16:24 Xwendekaran li dijî rêzefîlmên Tirk belavok belav kirin
16:15 Mamoste ji bo mafê xwe daketin qadan
16:06 Aykol û Ondeş li TUYAP'ê bi xwînerê xwe re hatin cem hev
14:48 Temellî: Ji para Kurdan re gule û ji para Tirkan re siyanur ma
14:11 Gunay: Yê ku Kurdan li dijî şer biparêze yekîtî ye
13:42 103 kesên di komkujiya GAR'ê de hatin kuştin di meha 49'an de bibîr anîn
13:26 Fermandarekî ji Artêşa Sûriyeyê: Ji jor fermana lê xin ji mere nehatiye
12:25 Walîtiyê 15 herêmên bejahiya Silopiyayê li sivîlan qedexe kirin
11:50 Komisyona Jinan a KCD'ê: Platforma Pênûsa Jinên Mezopotamyayê hat avakirin
11:35 30 karkerên nikarin heqê xwe bistînin dest bi çalakiyê kirin
10:44 Girtiyê nexweşiya pençeşêrê nayê berdan
10:06 38 endamên DAIŞ'ê gelek rastiyê ronî dikin
09:33 Di êrîşa SÎHA ya li Eyn Îsayê de 2 sivîl hatin kuştin
09:11 Di dosyeya qeymeqam Safîturk de lêpirsîneke 'nepen'
09:09 Qeydên Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê dest pê kirin
09:08 Şenoglû: Kesên doza azadiyê dikin divê hêza xwe bikin yek
09:05 Di ser îşkenceya li Şapatanê re 2 sal borîn, lê hêj doz nehatiye vekirin
09:04 ‘Sûcê şer giran dibe'
09:02 ‘Mitbex dişewite, me goştê sor ji bîr kiriye'
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2019'AN
09/11/2019
18:58 Derbarê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Bûldan û Temellî de lêpirsîn
16:14 ‘Paketa darazê ya dijîmê jin û zarokane vekişînin’
16:13 Li Îzmîr, Stenbol û Enqere ji bo girtiyên nexweş edalet xwestin
15:35 Ji hevşaredarên dibin çavan de peyam: Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin
15:21 Li Stenbolê hejmara binçavkirinan derket 33’yan
14:58 Prof. Dr. Pala: Bi Nexweşxaneyên Bajaran tenduristiya mirovan pêşkêşî sermayeyê kirin
14:39 Xizmên Windayan: Bila Tirkiye bibe terefê Peymana Windayan a NY
14:20 QSD'ê bi operasyonek taybet li Reqayê 6 endamê DAIŞ’ê girtin
13:56 Dayikên Şemiyê: Dema êşên me derbas nabe
13:52 Koçyîgît: Berî her tiştî divê pirsgirêka Kurd bê çareserkirin
13:44 2 jê endamên meclîsa şaredariyan 3 kes hatin binçavkirin
13:40 Li navçeya Pîranê operasyona eskerî hat destpêkirin
13:40 Heyva Sor: Tirkiye di êrîşan de 334 sivîl kuştin
13:16 Tahmaz: Ji ber ku em ji şer re dibêjin ‘şer’ me digirin
12:38 Ji DAIŞ'ê derbasî OSO û MSO'ê bûn
12:37 ‘SMO’ li Rojava tankên Elman bikar tîne
12:13 3 sal di ser kuştina Safîturk re derbas bû: Îfadeyên li dervê qeydan girtin
11:58 Yilmaz: Kuştina Bagdadî şirîkiya Tirkiyê-DAIŞ’ê carek din derxist holê
11:31 Colville: Di êrîşên Tirkiyeyê de 92 sivîl hatin kuştin
11:10 Endamên Meclîsa Rêya Armûşê: Têkoşîna me wê dewam bike
10:49 Qeymeqamê Hopa destûr neda lîstika Levent Uzumcu derkeve ser dikê
10:40 SOHR: Di nava komên girêdayî Tirkiyê de DAIŞ'î jî hene
10:37 Dadger ewil biryara berdana Irmak da û piştre li ser îtîraza dozger biryara xwe vekişand
10:18 Li Antalyayê, malbatek li mala xwe mirî hatin dîtin
09:58 Ala PKK'ê li Çiyayê Hîmalayê hilda
09:53 Li Edeneyê jî qedexeya çalakî û şahiyan hat dirêjkirin
09:48 Li Wanê carek din çalakî û şahî hatin qedexekirin
09:30 Ji ber qeyda wî di arşîvê de heye 15 sal ceza dixwazin
09:24 ‘Ez dîsa jî werim girtin, lê ez ê bêjim rewşa aborî kambax e’
09:22 Ji bo endamên girtî yên Grûp Yorûmê kampanyaya îmzeyê
09:22 Polîtîkaya qeyûman, mudaxileya li ser mafê bijartin û hilbijartinê ya gelê kurd e
09:21 'Tenê rêyek heye; yekîtiya neteweyî'
09:20 Zeytûn: Bi Ocalan re hevdîtin pêk bên dê rêya alternatîfên demokratîk vebe
09:19 3 sal in ji ber daxuyaniyeke tev lê nebûye tê darizandin!
09:18 Hatîmogûllari: Wê ev êrîş temenê rejîma yek zilamî kin bike
09:18 Bi keviran dest pê kir niha minyaturan çê dike
09:17 Arslan: CHP'ê temenê AKP'ê dirêj kir
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2019'AN
08:58 Qeyûm tayînî Şaredariya Rêya Armûşê kirin
08/11/2019
22:55 Koçyîgît: Ne tehdît, em ancax dikarin bibin temînata Komara Demokratîk
18:53 Berdevkê HDK'ê Şenoglû hat berdan
16:47 Li dijî pişaftinê bi kurdî beşdarî pêşbirka tirkî bû
15:57 Şaredariya Artûklûyê tabeleya pirzimanî rakir
15:21 Baroya Amedê dê bimeşin Mînareya Çar Ling a Sûrê
15:04 Muxtarên gundên Xerabmişk û Xirabê Şêxmehmûd ji peyvirê girtin
15:03 HDK: Hevberdevkê me Şenoglu berdin
14:43 Zilamê ku Mûteber Akbûlût qetil kir xwe wiha parast
14:13 Bernameya meha mijdarê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
14:04 Meclisa Şaredariya Rêya Armûşê binçavkirina hevşaredarên xwe şermezar kir