MÊRDÎN - Li navçeya Kerboranê qada ku Goristana suryan û ermenan bû di bin navê 'Baxçeyê Millet' de kirin parq û Eywana Dewetê lê çêkirin.
Li navçeya Kerboran a Mêrdînê, di bin navê 'Baxçeyê Millet' de bi bedêla milyonek û 270 hezar TL'yî parq û Eywana Dewetê çêkirin. 'Baxçeyê Millet' ku bi hevkariya Şaredariya Kerboran û Ajansa Pêşketinê ya Dîcleyê (DÎKA) hatiye çêkirin, weke "Projeya Nûkirina Taxa Sarayê" hatiye bi nav kirin. Proje piştî tayînkirina qeyûm di mijdara 2016'an de dest pê kiriye. Piştî ku di hilbijartina 31'ê Adarê de Şaredariya Kerboranê ketiye destê AKP'ê, projeya hatiye berdewamkirin, tê plankirin ku heta çend rojan vekirina wê bê kirin. Derket holê ku parq li ser Goristana suryan û ermenan hatiye çêkirin.
GORAN KIRIN KAVIL Û AVÊTINE
Şêniyên taxê jî piştrast kirin ku cihê ku parq lê hatiyê çêkirin berê Goristana suryan û ermenan bûye. Şêniyên taxê diyar kirin ku li cihê goristanê eywana dewetê hatiye lêkirin û ji ber goristanê jî navê taxê di nav gel de weke Tirbik tê zanîn. Şêniyan her wiha destnîşan kir ku li gel hemû hişyariyên wan jî rayedaran projeyê berdewam kirine û gora xera kirine û bi kavilên wan re derbasî cihekî din kirine.
GORÊN BI KEVIR JÎ HEBÛNE
Ji şêniyên taxê yê suryan Abdulmesîhh Ergun diyar kir ku li cihê 'Baxçeyê Millet' hatiye çêkirin berê goristanên wan bûne û wiha got: "Piraniya goran jî bi qewirtina keviran hatibûne çêkirin. Min bixwe bi destê xwe devê gora zarokekî bi destê xwe paqij kir û rastî xaçeke bi kevir hatim. Li gel vê yekê jî projeyê nedan rawestandin. Em ji ber vê yekê gelek xemgîn in. Li Kerboranê ermen û suryan tev hebûn. Ev der goristana xiristiyanan bû. ziman, ol û neteweya goristanan tuneye. Gelek bawerî hatine û çûne. Çêkirina cihekî kêfê ya li ser goristanan hem di hêla ehlaqî hem jî di hêla wijdanî de ne guncav e. Nirxên mirovan e."