* Li navçeya Kerboranê qada ku Goristana suryan û ermenan bû di bin navê 'Baxçeyê Millet' de kirin parq û Eywana Dewetê lê çêkirin.
* Nivîskar û Rojnameger Fehîm Işik, diyar kir ku her diçe êrîşên li dijî Kurdan zêde dibe û wiha got: "Kurd ji bo rê li pêşiya van êrîşan bigirin Yekîtiya Neteweya Kurd şert e. Ji bo vê yekê erk û berpirsiyarî dikeve ser milê her kurdî. Hemû kesên dive ez mirovim divê berpirsiyariyê bide ser milê xwe."
* Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku hikûmet dixwaze bi şer ser krîza rêveberinê û hemû pirsgirêkên welat bigire û ev tişt got: "Dê bi damezrandina partiyên ku Davûtoglû û Babacan amadekariya wan dikin AKP bikeve pêvajiya jihevketinê. Ji bo vê yekê 4-5 mehên pêş diyarker bin."
* Serlêdana 5 meleyên ku ji meleyên di sala 2017'an li navçeya Silopya hatin îxrackirin û di dozên ku derbarê wan de hatin vekirin de beraat kirin a ji bo Komîsyona Rewşa Awarte, ji ber gotinên 'îxbarê' yên serokên navçeyê yên AKP-MHP'ê, namzetê şaredariyê, alîkarên qeyûman miftî û hin meleyan, hat redkirin.
* Penaberên Sûriyeyê ku Tirkiye dixwaze wan li 'Herêma Ewle' ya ku hewl dide li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava bike, bi cih bike, bi fikar in. Aliye Hadîp ku bi 2 zarokên xwe re li Îzmîrê dijî, bi van gotinan bertek nîşanî vê rewşê da: "Heke em bên şandin, ez ê reyek bibînim û careke din ji Sûriyeyê derkevim. Lewre hê jî çeteyên DAIŞ'ê hene."
* Di çarçoveya doza derbarê mirina Necmettîn Fendîk ku di 17''ê Tîrmeha 2017'an de li Geverê di serdegirtina malê de li ber çavê hevjîn û zarokên xwe hat kuştin de di 2 salan de tenê 3 daneşîn hatin dîtin. Hevjîna Fendîk, Kûdret Fendîk diyar kir ku daxwazê wê tenê kêsên ku hevjînê wê kuştine, bêceza neyen hiştin.
* Li bajarên herêmê wextê pelweşînê ango payizê ye. Li qeraxê Çemê Dîcleyê û Baxçeyên Hevselê bi rengên xweşikiya payizê xemilîn.
* Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Êlihê, dê di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan, ji girtiyên jin re name û kartan bişînin. (11.00)
* Serokwekîla Koma HDP'ê Fatma Kûrtûlan li Mclisê têkildarî mijarên di rojevê de civîneke çapemeniyê li dar bixe. (11.00)