ŞIRNEX - Walîtiya Şirnexê li bejahiya Silopiyayê 15 herêm "Herêma ewlekariya taybet a demkî" îlan kir û li sivîlan qedexe kir.
Walîtiya Şirnexê li 15 herêmên Çiyayê Cûdî weke "Herêma ewlekariya taybet a demkî" ragihand û li sivîlan qedexe kir. Hate ragihandin ku operasyona eskerî ya doh destpê kir wê 8 rojan bidome.