Komisyona Jinan a KCD'ê: Platforma Pênûsa Jinên Mezopotamyayê hat avakirin

  • jin
  • 11:50 10 Mijdar 2019
  • |
img

AMED - Komîsyona Jinan a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) encamnameya komxebata "Jin nivîs û nivîskariyê" ya ku di 3'ê Mijdara 2019'an de li dar xistin bi raya giştî re parve kirin. Komîsyona jinan diyar kirin ku wan Platforma Pênûsa Jinên Mezopotamyayê ava kiriye. 

Komîsyona Jinan a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), di 3'ê Mijdara 2019'an de bi şîara "Deng û Pênûsa Azad Jina Têkoşer a Nemir e" bi tevlîbûna gelek jinên; Helbestvan, Nivîskar, Çîroknûs, Senarist, Edîtor, Aktivîstên Tevgera Jinên Azad, Nûnerên Sazî, Partî û jinên siyasetmedar di Komxebata ‘Jin Nivîs û Nivîskariyê’ li dar xist. KCD'ê encamnameya komxebata "Jin nivîs û nivîskariyê" bi raya giştî re parve kir. 
 
Encamnameya Komxebata Jinên Nivîskar a KCD'ê wiha ye: 
 
"Em wekî Komisyona Jinan a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), di 3’yê Mijdara 2019’an de bi şîara ‘Deng û Pênûsa Azad Jina Têkoşer a Nemir e’ bi tevlîbûna gelek jinên; Helbestvan, Nivîskar, Çîroknûs, Senarist, Edîtor, Aktivîstên Tevgera Jinên Azad, Nûnerên Sazî, Partî û jinên siyasetmedar di Komxebata "Jin Nivîs û Nivîskariyê" de civîyan.  Jin ligel ku ji hêla dewlet, aborî, makezagon, mêr û malbatê ve rastî astengiyan tê û tevî ku ziman, çand û wêjeya Kurdî hatiye qedexekirin, li çar aliyên Kurdistanê jinan bi hestên kurdewarî çarenûsa ku serdestiya mêr û pergalê li ser ferzkiriye çirandiye û vê redkiriye. Jina Kurd ked daye û bi dengê xwe ziman û wêjeya xwe parastiye ji dîrokê heta îro; bi lorînên hêja, şahî û şîn, evîn û hesret, êş û kêfxweşî, pirsgirêk û çareserî bi dilgermiya xwe dikin mîrateya hevpar a civakê. Jin bi dengê xwe yên hundirîn û hestên kûr re jiyana xwe dikin stran û çîrokên xwe vedibêjin. Ev yek jî giyana jina Kurd a têkoşer derdixîne holê.
 
DI WÊJE Û WEŞANA KURDÎ DE ZAYENDPERESTÎ
 
Li Bakûrê Kurdistanê cara yekemîn e ku Komxebata Jinên Nivîskar ên Kurd hat lidarxistin. Di vê Komxebatê de mijarên wekî di dîroka Kurdistanê de Dengbêjî û Nivîskariya jinan û pirsgirêkên dijîn, Di Weşan û Wêjeya Kurdî de 
Zayendparestî, Di Zîndanan de Jin û Nivîskarî, Teşwîqkirina Çapkirin û Nivîsandinê hatin nîqaşkirin. 
 
JINEN DENGBÊJ Û WÊJEVAN HATIN NASANDIN
 
Di mijara Dengbêjî û nivîskariya jinan de di dîrokê de heta îro jinên Wêjevan û Dengbêj hatin danasîn û pirsgirêkên ku pê re rû bi rû mane hatin vegotin. Her wiha jinên ku berhemên wan hebûn e, ji ber ku ev berhem nehatine zanîn û çapkirin navê wan nehatiye bihîstin, ev berhemên ku jinê nivîsiye û gotiye di nava civakê de wekî berhemenên gelerî tên zanîn hatin bibîrxistin. Di nîqaşan de hat gotin ku ligel yekemîn Dengbêjî bi keda jinan hatiye afirandin jî; ev rastî heta îro baş nehatiye zanîn. Ji ber wê jî divê li ser vê mijarê lêkolînên kûr çêbîbin û li mîrateya wan a dîrokî xwedî bê derketin.
 
ZIMANÊ ZAYENDPERESTÎ REXNE KIRIN
 
Di mijara Weşan û Wêjeya Kurdî de Zayendperestî, ji zimanê mêran ê zayendperest di weşanan de jinan wekî obje dibîne û tîne zimên û ev bi taybetî ji aliyê beşdarvanan ve hat rexnekirin û teşhîrkirin. Zimanê ku jinan di roman û nivîsên hwd. de biçûk dixe mînak; kuştin, namûs, tacîz, tecawuz, revandinê û wê hişmendiyê asayî dibîne û pêşkeşî civakê dike, bi tundî hat rexnekirin. Çavkaniyên nivîs û nivîskariya jinê kollektîf were nivîsandin û li ser navê nivîskarên nûnerên kurd were çapkirin û di weşanan de têgehên zayendperestî, nîjadperestî, olperestî û milîtarîzm  bên teşhîrkirin,  hate nîqaşkirin. 
 
TÊGEHÊN BAVIKSALARÎ JI ETÎMOLOJIYA KURDÎ DÛR IN
 
Her wiha bal hat kişandin ku têgehên baviksalarî yên wekî; namûs, welatê bav û kalan, biratiya gelan û hwd. cihê rexneyê ne û ji Etîmolojiya Kurdî dûr in.   Di mijara “Di Zîndanan de Nivîskarî û Jin” de jî şert û mercên di zîndanan de hatin vegotin û behsa zor û zehmetiyên bi salan e di zîndanan de di warê nivîsandinê de tên jiyîn hat kirin. Li ser jinên Nivîskarên di zîndanan de astgengiyên ku jinên girtî û hikûmxwarî ji ber nivîsên xwe pê re rû bi rû mane yek bi yek hatin vegotin, lewre di her lêgerîn û sirgûnan de berhemên wan ji hêla rayedarên zîndanan ve tên desteserkirin. Tevî ku nivîsen wan têne qedexekirin û astengiya dijîn jî jinen di zindanan de bi awayekî dinivîsin û bi derve re parve dikin. Jinên nivîskar ên girtî li derve jî bi xemsariya weşanxaneyan re rû bi rû dimînin. Xemsariya weşanxaneyan a ji bo berhemên girtiyan bi taybetî yên jinan hat rexnekirin û hat ragihandin ku ji ber vê helwest û nêzîkatiya weşanxaneyan, gelek berhem nehatine çapkirin. Divê li Nivîskarên di zîndanan xwedî bê derketin, pirtûkên wan di fûaran de îmze bikin, bidin nasandin û qunciknivîsande bikin rojev. 
 
JI 3 MEHAN CAREKÊ NIVÎSKARÊN JIN DÊ BICIVIN
 
Di mijara ‘Teşwîqkirina Çapkirin û Nivîsandinê’ de jî di qada nivîsê de hejmara jinên dinivsînin kêm hat dîtin, rê û rêbazên teşwîqkirinê hatin nîqaşkirin û biryar hat girtin ku, ji 3 mehan carekê Nivîskarên jin werin gel hev û bi xebatên ji bo nivîskarî pêşkeve atolyeyên nivîskariya jinan werin li dar xistin û jin ji bo nivîskariyê bê teşwîqkirin. 
 
Di encamê de ‘Platforma Pênûsa Jinên Mezopotamyayê’ hat avakirin.
 
Pêşniyarên wekî; “Termînolojiya Kurdî bê lêkolînkirin, Ji bo çapkirina berhemên jinên Nivîskar pêşniyarî li Weşanxaneyan bê kirin, dîsa ji bo Nivîskarên jin pêşkevin xebatên atolyeyên nivîskarî bên lidarxistin û hwd. hatin girtin. Pêşniyar û biryarên ku hatin girtin ji hêla Platforma ku hatiye avakirin xebat bên kirin û ev xebat bi raya giştî re bên parvekirin.
 
Komîsyona Jinan a KCD’ê" 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

11/11/2019
14:32 Koalisyona Navneteweyî û QSD dê civina hevpar pêk binin
14:27 Ji jinên girtî re kartên piştevaniyê şandin
14:24 Li Serêkaniyê û Girê Sîp sîvîl tên revandin
14:23 Li herêma ku ji çûyîn û hatinê re hatiye girtin operasyona leşkerî didome
14:09 Kurtulan: AKP bûye pêlîstoka DYA’yê
14:07 Hevşaredaren Rêya Armûşê derxistin edliyeyê
13:55 10 sal cezayê girtîgehê li polîsê Mazlûm Tûran ê 16 salî kuşt hat birîn
13:27 Esad: Neyarê me Erdogan û polîtîkayên wî ne
13:05 Mexmûr 118 roj in di bin dorpêçê de ye
12:25 Prof. Dr. Mumtaz Soysal jiyana xwe ji dest da
12:11 Endamên Meclisa Ciwanên HDP'ê 4 rojin di bin çavan de ne
12:11 Ji Mizrakli name: Ji bo edaletê banga têkoşînê dikim
12:10 Li Sûrê 850 zarokî 'Pîrê û Rovî' temaşe kir
11:49 Pirtûkên xwendin û nivîsandina Kurdî rastî eleqeyek mezin hat
10:59 Lêpirsîna Hevşaredarên Rêya Armûşê ya li Midûriyeta Polîsan bi dawî bû
10:48 Ji ber krîza aborî tenê li ser daxwazê tembûran çê dike
10:47 Li Heskîfê wesayîta leşkerî qelibî: 7 birîndar hene
10:22 Gelê Til Rifatê êrîşên Tirkiyeyê şermezar kir
09:25 Danişîna doza Rojnameger Evren dê sibê bê dîtin
09:08 Li Baxçeyên Hevselê û Çemê Dîcleyê wextê payizê ye
09:07 Di serdegirtina malê de hat kuştin, di du salan de 3 daneşîn hatin dîtin'
09:06 'Tirkiye min bişîne Sûriyeyê jî ez ê dîsa birevim'
09:00 Koçyîgît: Di 4-5 mehên pêş de dê AKP bikeve pêvajoya jihevketinê
09:00 Hinceta redkirina serlêdanên meleyên ixrackirî: Lîsteya 'îxbarê' ya ji serokên AKP-MHP'ê pêk tê
09:00 Işik: Ji bo yekîtiya neteweya Kurd berpirsiyarî dikeve ser milê her kurdî
09:00 Goristana suryan û ermenan kirin 'Baxçeyê Millet'
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2019'AN
10/11/2019
19:04 Ciwanên HDP’î yên di bin çavan de dest bi greva birçîbûnê kirin
18:38 Di serdema AKP'ê de betalî ji sedî 497 zêde bû
17:53 Li Silûk û Ezazê teqîn: 9 kes mirin û 20 kes birîndar bûn
17:14 Tiryakî: Em dê qedera gelê xwe biguherin
16:24 Xwendekaran li dijî rêzefîlmên Tirk belavok belav kirin
16:15 Mamoste ji bo mafê xwe daketin qadan
16:06 Aykol û Ondeş li TUYAP'ê bi xwînerê xwe re hatin cem hev
14:48 Temellî: Ji para Kurdan re gule û ji para Tirkan re siyanur ma
14:11 Gunay: Yê ku Kurdan li dijî şer biparêze yekîtî ye
13:42 103 kesên di komkujiya GAR'ê de hatin kuştin di meha 49'an de bibîr anîn
13:26 Fermandarekî ji Artêşa Sûriyeyê: Ji jor fermana lê xin ji mere nehatiye
12:25 Walîtiyê 15 herêmên bejahiya Silopiyayê li sivîlan qedexe kirin
11:50 Komisyona Jinan a KCD'ê: Platforma Pênûsa Jinên Mezopotamyayê hat avakirin
11:35 30 karkerên nikarin heqê xwe bistînin dest bi çalakiyê kirin
10:44 Girtiyê nexweşiya pençeşêrê nayê berdan
10:06 38 endamên DAIŞ'ê gelek rastiyê ronî dikin
09:33 Di êrîşa SÎHA ya li Eyn Îsayê de 2 sivîl hatin kuştin
09:11 Di dosyeya qeymeqam Safîturk de lêpirsîneke 'nepen'
09:09 Qeydên Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê dest pê kirin
09:08 Şenoglû: Kesên doza azadiyê dikin divê hêza xwe bikin yek
09:05 Di ser îşkenceya li Şapatanê re 2 sal borîn, lê hêj doz nehatiye vekirin
09:04 ‘Sûcê şer giran dibe'
09:02 ‘Mitbex dişewite, me goştê sor ji bîr kiriye'
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2019'AN
09/11/2019
18:58 Derbarê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Bûldan û Temellî de lêpirsîn
16:14 ‘Paketa darazê ya dijîmê jin û zarokane vekişînin’
16:13 Li Îzmîr, Stenbol û Enqere ji bo girtiyên nexweş edalet xwestin
15:35 Ji hevşaredarên dibin çavan de peyam: Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin
15:21 Li Stenbolê hejmara binçavkirinan derket 33’yan
14:58 Prof. Dr. Pala: Bi Nexweşxaneyên Bajaran tenduristiya mirovan pêşkêşî sermayeyê kirin
14:39 Xizmên Windayan: Bila Tirkiye bibe terefê Peymana Windayan a NY
14:20 QSD'ê bi operasyonek taybet li Reqayê 6 endamê DAIŞ’ê girtin
13:56 Dayikên Şemiyê: Dema êşên me derbas nabe
13:52 Koçyîgît: Berî her tiştî divê pirsgirêka Kurd bê çareserkirin
13:44 2 jê endamên meclîsa şaredariyan 3 kes hatin binçavkirin
13:40 Li navçeya Pîranê operasyona eskerî hat destpêkirin
13:40 Heyva Sor: Tirkiye di êrîşan de 334 sivîl kuştin
13:16 Tahmaz: Ji ber ku em ji şer re dibêjin ‘şer’ me digirin
12:38 Ji DAIŞ'ê derbasî OSO û MSO'ê bûn
12:37 ‘SMO’ li Rojava tankên Elman bikar tîne
12:13 3 sal di ser kuştina Safîturk re derbas bû: Îfadeyên li dervê qeydan girtin
11:58 Yilmaz: Kuştina Bagdadî şirîkiya Tirkiyê-DAIŞ’ê carek din derxist holê
11:31 Colville: Di êrîşên Tirkiyeyê de 92 sivîl hatin kuştin
11:10 Endamên Meclîsa Rêya Armûşê: Têkoşîna me wê dewam bike
10:49 Qeymeqamê Hopa destûr neda lîstika Levent Uzumcu derkeve ser dikê
10:40 SOHR: Di nava komên girêdayî Tirkiyê de DAIŞ'î jî hene
10:37 Dadger ewil biryara berdana Irmak da û piştre li ser îtîraza dozger biryara xwe vekişand
10:18 Li Antalyayê, malbatek li mala xwe mirî hatin dîtin
09:58 Ala PKK'ê li Çiyayê Hîmalayê hilda
09:53 Li Edeneyê jî qedexeya çalakî û şahiyan hat dirêjkirin
09:48 Li Wanê carek din çalakî û şahî hatin qedexekirin
09:30 Ji ber qeyda wî di arşîvê de heye 15 sal ceza dixwazin
09:24 ‘Ez dîsa jî werim girtin, lê ez ê bêjim rewşa aborî kambax e’
09:22 Ji bo endamên girtî yên Grûp Yorûmê kampanyaya îmzeyê
09:22 Polîtîkaya qeyûman, mudaxileya li ser mafê bijartin û hilbijartinê ya gelê kurd e
09:21 'Tenê rêyek heye; yekîtiya neteweyî'
09:20 Zeytûn: Bi Ocalan re hevdîtin pêk bên dê rêya alternatîfên demokratîk vebe
09:19 3 sal in ji ber daxuyaniyeke tev lê nebûye tê darizandin!
09:18 Hatîmogûllari: Wê ev êrîş temenê rejîma yek zilamî kin bike
09:18 Bi keviran dest pê kir niha minyaturan çê dike
09:17 Arslan: CHP'ê temenê AKP'ê dirêj kir
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2019'AN
08:58 Qeyûm tayînî Şaredariya Rêya Armûşê kirin
08/11/2019
22:55 Koçyîgît: Ne tehdît, em ancax dikarin bibin temînata Komara Demokratîk
18:53 Berdevkê HDK'ê Şenoglû hat berdan
16:47 Li dijî pişaftinê bi kurdî beşdarî pêşbirka tirkî bû
15:57 Şaredariya Artûklûyê tabeleya pirzimanî rakir
15:21 Baroya Amedê dê bimeşin Mînareya Çar Ling a Sûrê
15:04 Muxtarên gundên Xerabmişk û Xirabê Şêxmehmûd ji peyvirê girtin
15:03 HDK: Hevberdevkê me Şenoglu berdin
14:43 Zilamê ku Mûteber Akbûlût qetil kir xwe wiha parast
14:13 Bernameya meha mijdarê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
14:04 Meclisa Şaredariya Rêya Armûşê binçavkirina hevşaredarên xwe şermezar kir