EYN ÎSA - Duh SIHA yên TSK'ê li Bajaroka Hîşa yê başûrê rojhilatê navçeya Eyn Îsayê bombebaran kir. Di encamê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 5 jî birîndar bûn.
Duh SIHA yên TSK'ê li Bajaroka Hîşa yê başûrê rojhilatê navçeya Eyn Îsayê bombebaran kir. Di encamê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 5 jî birîndar bûn. Birîndar li nexweşxaneya Wetenî ya bajarê Reqayê tedawî dibin.
Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) dîmenê kêliyên bombebarana li ser sivîlên ku pembo diçinîn bi dest xist. Di dîmen de, du sivîl laşên wan bi xwîn li erdê ne, li rex rê kamyoneke pembo qulipî ye heye û kesekî banga ambulancê dike.