MÊRDÎN – Hat hînbûn ku têkildarî mirina Qeymeqamê Dêrikê Mûhammed Fatîh Safîturk, amîrê emniyetê yê wê demê jî di nav de derbarê gelek peywirdaran de lêpirsîneke "veşarî" hatiye destpêkirin. Her wiha di çarçoveya lêpirsînê de ji Şerîf Mesûtoglû yê ceza lê hatibû birîn jî destnivîs hatibû xwestin û ji bo destnivîsê hat gotin "şaşîtî çê bûye."
Qeymeqamê Dêrikê Mûhammed Fatîh Safîturk ku wezaretê wî kiribû qeyûmê şaredariyê, di 10'ê Mijdara 2016'an de li odeya xwe ya meqamê di bi bombeyekê hatibû kuştin. Derbarê mirina Safîturk de lêpirsîneke "veşarî" derket holê.
Amîrê emniyetê yê wê demê jî di nav de derbarê gelek polîsan û rayedarên dewletê de lêpirsîneke "veşarî" hatiye destpêkirin û lêpirsîn hîn jî didome.
Her wiha di çarçoveya lêpirsînê de ji şefê nivîsgehê yê wê demê Şerîf Mesûtoglû yê ku 18 sal ceza lê hatibû birîn jî destnivîs hatibû xwestin. Dozgeriyê ji bo destnivîsê jî got, "şaşîtî çê bûye."
MA / Ahmet Kanbal