EDENE – Nûnerên partiyên siyasî û RCS'yê yên li Edeneyê, nerazîbûnên xwe yên ji bo êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anîn ziman û got, her diçe sûcê şerî girnatir dibe û xwestin demildest êrîş bên sekinandin.
Nerazîbûnên ji bo êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Rêxistinên Civaka Sivîl (RCS) ên li Edeneyê anîn ziman ku ew şer naxwazin. Hevserokê Şaxa Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) a Edeneyê Pîr Zeynel kete, divê her kes li dijî vê neheqiyê dengê xwe bilind bike û got, elewî tim û tim doza aştiyê dikin.
'SÛCÊ ŞER GIRAN DIBE'
Kete, anî ziman ku Tirkiye li axeke ne aîdê wê xwînê dirijîne û got, ev yek nayê qebûlkirin. Kete, destnîşan kir ku ew ê tim û tim ehlê aştiyê bin û got: "Tirkiye bê destûr ketiye Sûriyeyê. Demildest divê jêd erkeve. Wê bedêla vê pir giran be. Li gorî peymana ku Tirkiye îmze daniye binî, demildest divê dev ji van êrîşan berde. Her diçe sûcê şerî yê dike girantir dibe. Îjar a dikeve ser milê me saziyan û gel, divê em tim û tim aştiyê bilêv bikin û destnîşan bikin ku çareserî bi diyalogê pêkan e."
‘ŞER MIRIN E'
Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Tenduristî û Civakî (SES) a Edeneyê mûzaffer Yuksel jî bibîr xist ku şer mirin e. Yuksel, got: "Şer tunekirina qadên ekolojîk e, birçîbûn û xizanî ye. Şer, tunekirina tenduristiya civakê ye. Kesên tim ji gel dipirsin 'fiyetê fîşekekê bi çi qasî ye" ma haya wan jê heye ku tenduristiay mirovan çi qasî dike? Ma dizanin şûşeyeke xwîn bi çi qasî ye? Em ne ehlê şer, ehlê jiyanê ne."
Yuksel, destnîşan kir ku demildest divê êrîş rawestin û got, herkes divê li dijî vî şerî bisekine.
Berdevkê Platforma Şaxên KESK'ê ya Edeneyê Ahmet Aydogan jî anî ziman ku ew li dijî vî şerî ne ûg ot: "Divê Tirkiye li gor peymanên îmze danîne binî tev bigere û dmeildest vî şerî rawestîne. her diçe sûcê şer girantir ddibe. A dikeve ser milê me saziyan û gel, ew e ku tim û tim bilêvkirina bêrîkirina ji bo aştiyê ye û destnîşankirina ji bo diyalogê ye."
'JIN Û ZAROK TÊN MEXDÛRKIRIN'
Seroka EMEP'a Edeneyê Parêzer Sevîl Araci Bek jî destnîşan kir ku di vî şerî de herî zêde jin û zarok mexdûr dibin. Bek, diyar kir ku pêdivî bi aştiyê heye û got, demildest divê Tirkiye dev ji vê şaşiya xwe berde. Her wiha Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê jî Parêzer Îlhan Ongor jî destnîşan kir ku ew parêzvanên mafên mirovan li dijî şer in û got: "Xwestin û bilêvkirina aştiyê ne sûc e."
MA / Hamdullah Kesen