* Amediyan, anî ziman ku maliyeta şer li gel tê barkirin û bal kişandin ser krîza aborî. Amediyan, got: "Mitbex dişewite. me goştê sor ji bîr kiriye, êdî em di xewna xwe de jî nabînin."
* Nûnerên partiyên siyasî û RCS'yê yên li Edeneyê, nerazîbûnên xwe yên ji bo êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anîn ziman û got, her diçe sûcê şerî girnatir dibe û xwestin demildest êrîş bên sekinandin.
* Li gundê Şapatan ê Şemzînanê, 2 sal berê gundî hatibûn îşkencekirin. Hîn jî derbarê bersûcan de doz nehatiye vekirin. Şêniya gund Atiye Atabak, got: "Hingî kurê mn îşkence kiribûn, her derê wî birîn bûbûn. Ji bo birînên wî bicebirin, min birînên wî 3 rojan bi çermê bizinan girê da."
* Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenoglû, anî ziman ku heta îktîdara ku dijminê berjewendiyên gel e têkneyêşikandin, wê pirsgirêka demokrasiyê hel nebe û got, "Kesên doza edalet, demokrasî û azadiyê dikin divê hêzên xwe bi yek bikin. Ji xeynî vê tu rê tuneye."
* Qeydên atolyeyên Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê dest pê kirin. Komele, bi pêşengiya 7 ciwanan hatiye avakirin û li Qoser a Mêrdînê ye.
* Hat hînbûn ku têkildarî mirina Qeymeqamê Dêrikê Mûhammed Fatîh Safîturk, amîrê emniyetê yê wê demê jî di nav de derbarê gelek peywirdaran de lêpirsîneke "veşarî" hatiye destpêkirin. Her wiha di çarçoveya lêpirsînê de ji Şerîf Mesûtoglû yê ceza lê hatibû birîn jî destnivîs hatibû xwestin û ji bo destnivîsê hat gotin "şaşîtî çê bûye."
* Komeleya Piştevanî û Aştiyê ya 10'ê Cotmehê, dê di meha 49’emîn de 103 kesên di komkujiya li GAR'a Enqereyê de hatin kuştin bibîr bînin. (10.04)
* Rêxistina HDP'ê ya Rihayê dê bi tevlêbûna Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî bi hişyariya "Em bi hevî û wêrekî xwe bi rêxistin bikin û Faşizmê têk bibin" 3'emin Kongreya Asayî pêk bînin. (12.00)