WAN - Hevşaredarên HDP’ê yên Rêya Armûşê Şehsade Kurt û Azîm Yacan ên hatin binçavkirin û dûre qeyûm tayînê cihê wan hat kirin bi navbeynkariya parêzerên xwe peyam şandin û gotin: “Emê tu carî dest ji têkoşîna xwe bernedin.”
Hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Navçeya Rêya Armûşê ya Wanê Şehsade Kurt û Azîm Yacan ê pêr hatin girtin û serê vê sibê qeyûm tayînê cihê wan hat kirin bi navbeynkariya parêzerên xwe peyam şand.
Hevşaredaran di peyama şandin de wiha gotin: “Tu rewabûna qeyûman tuneye. Em ji xwe û gelê xwe pir bi bawerin. Ne di hevpeymana civakî de û ne jî di pergala qanûna bingehîn de, tu rewabûna rejîma qeyûm tuneye. Ji ber vê em jî bi tu awayî qeyûman meşrû nabînin û em ê nebînin jî. Ji ber vê em ê bi tu awayî ji têkoşîna xwe ya demokratîk tawîzan nedin û emê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Em hemû jin, ciwan û gelê me yê ku xwedî lime derketin silav dikin.”