STENBOL - Yekîtiya Tabîban a Tirk û Odeya Tabiban a Stenbolê, têkildarî Nexweşxaneyên Bajar li Mala Hunerê û Çanda Nazim Hikmet a Şaredariya Şişliyê sempozyum li dar xistin. Di sempozyumê de Prof. Dr. Kayihan Pala bal kişand ser polîtîkaya xizmeta van nexweşxaneyan û wiha got: "Bi Nexweşxaneyên Bajaran tenduristiya mirovan pêşkêşî sermameya kurevî kirin.
Yekîtiya Tabîban a Tirk û Odeya Tabiban a Stenbolê, têkildarî Nexweşxaneyên Bajar li Mala Hunerê û Çanda Nazim Hikmet a Şaredariya Şişliyê sempozyum li dar xistin. Di sempozyumê de Parlamenterê CHP'ê Ali Şeker, Serokê Giştî yê Malên Gel Nurî Gunay, Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu û gelek hekîm amade bûn. Sempozyumê bi axaftina Serokê Rêveberiya Konseya Navendî ya Yekitiya Tabîbên Tirk Prof. Dr. Sinan Adiyaman û Seroka Odeya Tabîban a Stenbolê Prof. Dr. Pinar Saip dest pê kir. Piştre sempozyumê bi sernavê "Pêvajoya Nexweşxaneyên Bajar ên Tirkiyeyê" berdewam kir. Serokê Konseya Navendî yê TTB'ê yê berê Prof. Dr. Raşit Tukel pêşkêş kir. Di vê peşê de Prof. Dr. Ugur Emek, mijara "Hêza Fînansê ya Nexweşxaneyên Bajar" pêşkêş kir û bal kişand ser maliyeta nexweşxaneyan. Piştre Prof. Dr. Kayihan Pala jî mijara bi ser navê "Nexweşxaneyên Bajar: Hespê Truva yê Arizîkirinê" axivî. Pala, anî ziman ku bi van nexweşxaneyên bajaran tenduristiya mirovan pêşkêşî sermameya kurevî kirine.
Berina sempozyumê TBB û Odeya Tabîban a Stenbolê daxuyaniyek hevpar dan. Endamê Odeya Tabiban a Stenbolê Guray Kiliç daxuyanî xwend. Kiliç, anî ziman ku hêza sermayeyê, her ku diçe di nava qada tenduristiyê de belav dibe û wiha got: "Bi vê yekê re nexweşxaneyên cemaweriyê her ku diçe derbasî Nexweşxaneyên taybet dibin û yek bi yek tên arizîkirin. Bi rêbaza ava bike bide kirê. Piştre Bikar bîne û dewir bike xizmetê didin. Bi navê Nexweşxaneyên Bajar didin naskirin. Heman model ji bo Pira Osmangazî ji derbas dibe. Heta niha zêdeyî 10 nexweşxaneyên bajar xistin meriyetê. Têkildarî van TBB'ê berê pêşditinên xwe û fikarên xwe anîn ziman. Îro ev fikar û rexne yek bi yek bi ruh dibin. Îddia: Bi nexweşxaneyên bajar re dê hêjmara doşekên aydî Wezareta Tenduristiyê di astek mezin de zêde bibin. (Bi giştî bi 32 projeyan, dê kapasiteya 42 hezar û 199 doşekan bê avakirin.)
Rastî: Di biryarên îhaleya Nexweşxaneyan de 'Bi qasî doşekên li nexweşxaneyê, nexweşxane din bên kêmkirin an jî bên girtin. Nexweşxaneyên bajar ne çihê razemeniyê ye. Nexweşxaneyên Cemaweriyê yên Edeneyê berê bi 3 hezar û 11 doşekan xizmet dida nexweşan. Piştî nexweşxaneya Bajar a bi 1550 doşek ket meriyetê, bi 3 hezar û 25 doşekan xizmet da."
Kiliç, anî ziman ku wekî TBB û ÎTO dê mafê gel û xizmetkarên tenduristiyê heta dawî biparêzin."