NAVENDA NÛÇEYAN - Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) eşkere kir ku endamên DAIŞ'ê di nava komên girêdayî Tirkiyê de ku li Rojava êriş dibin ser xelkê hene.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) diyar kir ku hin zanyarî di destê wê de hene dibêjin ku "hejmarek ji kesên di nava refên Artêşa Niştimanî ya Sûrî (SMO) ya ji Tirkiyê tê destekkirin de hene, berê di nava refên rêxistina DAIŞ'ê de bûn."
SOHR Her wiha daxuyand ku DAIŞ'ê navê xwe guhertine û "di nava refên artêşa niştimanî de tevlî şer bûne." SOHR tîpên destpêkê yê navê kesekî eşkere kir û diyar kir ku ew kes bi navê "Ebû Usame El-Şamî" tê naskirin.
Li gorî SOHR'ê ‘‘Ebû Usame El-Şamî li Şamê sala 1993`an ji dayik bûye, di sala 2012'an de li Xûta ya Şamê tevlî Cebhet El-Nusre bûye, paşê di sala 2014'an de tevlêbûna xwe ya DAIŞ'ê radigihîne û di nava refên wê de li Xûta ya Şamê û gundewarên Siwêdayê şer dike.‘‘
SOHR ku agahiyên xwe spartinê çavkaniyên pê bawer ragihand "Ebî Usame El-Şamî di sala 2016'an de beşdarî qada ewlehî ya derve ya girêdayî wîlayeta Şamê bû. Paşê di sala 2017'an de çû Idlibê û li Tirkiyê perwerdeyeke leşkerî dît."
Piştî dewre bi dawî dibe bi navekî din B.X.A vedigere û di nava komên girêdayî Tirkiyê de di nava operasyona Tirkiyê û komên girêdayî wê li dijî Efrînê de şer dike."
Tevî guhertina navan jî lê grûba navê "Watanî ya Sûrî" li xwe dike ya girêdayî Tirkiyê sûcên şer ji darvekirinên meydanî derheqê sivîlan de, lîstina bi cenazeya şervana YPJ'ê Amara û qetilkirina Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevrîn Xelef pêk anîne.