AMED - Dozgeriya Amedê der barê siyasetmedarê Kurd Ercan Akyol de bi hinceta qeyda wî di arşivan de heye, bi daxwaza 15 salan doz vekir.
Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê siyasetmedar û Rêveberê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê berê Ercan Akyol de, li ser îxbara bi e-mailê hat kirin, bi daxwaza 15 sal cezayên girtîgehê doz vekir.
Piştî kesekî nasnameya wî nediyar li ser e-mailê îxbar kir, Midûriyeta Polîsan a Amedê der barê Akyol de bi îdîaya "Endamê rêxistina çekdarî ye" lêpirsîn dan destpêkirin. Piştî miduriyeta polîsan lêpirsîn dan destpêkirin Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi hinceta qeyda wî di arşîvan de heye der barê Akyol de îdîaname amade kir û roz vekir. Dozger bi îdîaya "Endamê rêxistina terorê" doz vekir û îdîaname şand 10'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê. Heyeta dadgehê jî îdîaname qebûl kir û doz vekir. Li gori legerîna Bernameya Tora Daraza Neteweyî (UYAP) der barê Akyol de tu lêpirsîn tune ye. Li gel vê yekê der barê Akyol de li ser îxbara kesê nediyar doz hat vekirin.