COLEMÊRG - Rûspî û mezinên hin eşîr û malbatên li Colemêrgê, ji bo yekîtiya neteweyî bang kirin û gotin: "Tenê rêyek heye; yekîtî."
Nerazîbûn û bertekên ji bo êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Li Colemêrgê hin rûspî û mezinên eşîr û malbatan ji bo yekîtiya neteweyî bang li partiyên kurdan kirin û xwestin rojek berî rojekê yekîtiya neteweyî pêk bê.
‘WÊ KURD BI YEKÎTIYÊ BI SER BIKEVIN'
Mezinê malbata Balekiyê Şehmûz Pala yê 74 salî, destnîşan kir ku ji bo rizgariya kurdan tenê rêyek heye, ew jî yekîtiya neteweyî ye. Pala, anî ziman ku niha kurd di rojeva cîhanê de ne û got, ji her wextî bêtir şert ji bo yekîtiyê guncav bûne. Pala, got: "Êdî divê ev yek pêk bê. Niha bi hezaran mirovên me li çiyê, di girtîgehan de ne û li Ewropaya ne. Her roj meseleyek çê dibe. Em dixwazin ev xwîn bisekine. Kurd hemû bira ne. Bang dikim; bila mezin û rûspiyên herêmê bên cem hev du û vê meseleyê hel bikin. Daxwaza me ev e."
Pala, destnîşan kir ku wê kurd bi yekîtiyê bi ser bikevin.
‘DEM DEMA YEKÎTIYÊ YE'
Mezinê malbata Ziyanîşê Mehmet Salih Kaya yê 75 salî jî destnîşan kir ku ji bo pêşeroja kurdan dem dema gavavaêtinê ye.
Kaya, got: “Heta niha her wexta me hewl daye em bên cem hev du dîktatoran nehiştiye. Gava li cihekî aramî çê dibe hema êrîş dikin û yekîtiya li wir bela dibe. Kurdên li Sûriyeyê pergalek ava kirin, lê nahêlin. Daxwaza me, divê rêberên her çar perçeyan bên cem hev du. Bi eharan sal e em li rojhilata Navîn in. Êdî em vê zilmê qebûl nakin."
'HEGER EM NEBIN YEK EM Ê WINDA BIBIN'
Mezinê malbata Marûfan Hecî Mûstafa Akiş ê 72 salî jî, destnîşan kir ku ji bo yekîtiya neteweyî bar dikeve ser milê hikûmeta Herêma Kurdistana Feder û partiyên siyasî yên li vira.
Akiş, anî ziman ku berê ji van deran bi sedan kes ji bo Herêma Kurdistana Federe şer kirine, nexasim jî divê malbata Barzanî ji bo yekîtiya neteweyî peywira xw ebi cih bîne. Akiş, got: "Her tişt bi yekîtiyê hel dibe. Di dîrokê de xuyaye ku gava mirov ne yek be tu kar nameşe. Li malê, li taxê, li gund û li bajar yekîtî divê. Ji bo çar perçeyên Kurdistanê jî. Wextekê Birzê Barzanî tevgerek da destpêkirin. Em kurdên li Bakur jî çi ji destê me hat me kir. Ji bo me tu ferqa rojhilat, bakur, rojava û başûr tuneye. Kurd hemû yek in. Gava Barzanî dest bi têkoşînê kir ji gundê me bi sedan kes tev li nav pêşmergeyan bûn. Ên mayî jî di warê manewî de alîkarî kirin. Divê em kurd hay ji hev du hebin, dest bidin destê hev du. Heger em nebin yek em ê bi ser nekevin, winda bibin. Niha birayên me yên li Sûriyeyê di tengasiyê de ne. Divê em ji bo wan birayên xwe bibin yek. Ji bo yekîtiyê têbikoşin. Serê her tiştî yekîtî ye."
'TENÊ RÊYEKE HEYE; YEKÎTÎ'
Mezinê malbata Silehî Osman Taş jî, destnîşan kir ku ji bo kurdan tenê rêyek heye; yekîtiya neteweyî. Taş, bang li rêber, mezin û rûspiyên kurdan kir û got: "Mixabin em kurd ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî tev digerin. Fermana Xwedê ye; 'Heger malbat ne yek be, alîakriyê nakim. Heger miletek ne yek be, ez li wan mêze nakim.' Ev kelama Xwedê ye. Ên li ber neheqiyê doza heqê xwe neke, hiqûqê neparêze îmana wî noqsan e. Em kesî nakin hedef. Pêşî em bang li beg û pêşengên xwe dikin ku li cem gel cih bigirin û bi gel re tev bigerin. Bila ji bo berjewendiyên xwe nedin dû partiyên din. Divê em doza heq û hiqûqa xwe bikin. Ji bo vê jî divê em bi yek bin."
MA / Hamza Gunduz