AMED - Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Abdûllah Zeytûn, ji bo pergala tecrîdê ya li Girava Îmraliyê got: "Helwesteke kêfî, bêhiqûqîtiyeke aşkere ye." Her wiha Zeytûn anî ziman ku ger ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan derfetên pêwendîdanînê bên peyda kirin wê rê li ber alternatîfên demokratîk vebe.
Ji 7'ê Tebaxa 2019'an ve hevdîtin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re nayên çêkirin. Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Abdûllah Zeytûn pergala tecrîdê ya li Îmraliyê nirxand.
Zeytûn, bi bîr xist ku mafê hevdîtinê yê Ocalan ê bi malbat, parêzer û bi rêya telefonê tên inpêkirin û got, tecrîd pêkanîneke kêfî ye. Zeytûn, destnîşan kir ku bêyî ku tiştekî hiqûqî hebe binpêkirina mafan didome û got: "Di peymanên navndewletî de yên ku îmzeya Tirkiyeyê jî li biniye, hatiye diyarkirin ku girtî dikarin dem bi dem bi parêzerên xwe, bi malbatên xwe re hevdîtinê çê bikin. Diviya ku Birêz Ocalan vî mafî bi kar bîne, lê belê bi tecrîdeke giran re rû bi rû dimîne. Ev binpêkirineke mafan a giran e."
Zeytûn, diyar kir ku gava li Girava Îmraliyê hevdîtin pêk dihatin li Tirkiyeyê rêyên demokratîk vebûbûn û bangawaziyên Ocalan ên ji bo rawestandina şer û pevçûnan û pêşniyarên wî ji aliyê raya giştî ve bi erênî hatibûn pêşwazîkirin. Zeytûn, destnîşan kir ku gava hevdîtin bi Ocalan re nayên çêkirin, ji polîtîkayên şerî yên derbarê Sûriyeyê bigire heta tayînkirina qeyûman gelek maf û azadî hatine binpêkirin.
CPT ROLA XWE NALÎZE
Zeytûn, anî ziman ku divê dev ji şidetê bê berdan û qenalên demokratîk têkevin dewrê û nirxên hiqûqî yên gerdûnî bên parastin û got, divê biryara qedexekirinê ji holê bê rakirin.
Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, Peymana Mafên medenî û Siyasî ya Neteweyên Yekbûyî û sererastkirinên di hiqûqa Tirkiyeyê de bi temamî tecrîd qedexe kirine û got: "Berî grevên birçîbûnê biqedin bi çend rojan Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ay Ewropayê (CPT) çû Îmraliyê û di wê demê de Wezareta Dadê jî daxuyand ku qedexeya li ber hevdîtina bi parêzeran û malbatê re hatiye rakirin. Em li benda rapora CPT'yê ya derbarê Îmraliyê de ne. Em dikarin bêjin ku CPT, di warê amadekirina raporê û helwesta xwe de qles e û rola xwe bi cih nayne."
‘WÊ RÊ LI BER ALTERNATÎFÊN DEMOKRATÎK BÊ VEKIRIN'
Zeytûn, destnîşan kir ku di mijara tecrîdê de divê helwesta saziyên mafên mirovan, baroyan û her kesî zelal be. Her wiha Zeytûn, anî ziman ku heger ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan derfetên pêwendîdanînê bên peyda kirin wê rê li ber alternatîfên demokratîk vebe.
MA / Aydin Atay