COLEMÊRG - Derbarê Pinar Yilmaz a ku li Şemzînanê dijî de, ji ber daxuyaniyeke çapemeniyê ya li Geverê ku Yilmaz tev li wê nebûye, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" doz lê hat vekirin. Yilmaz, anî ziman ku polîsên TEM'ê jê re gotine, "Belê, wêne ne ê te ye, lê kar qediya."
Kongreya Jinên Azad (TJA), di 9'ê Tebaxa 2016'an de li hemberî tecrîdê li Gevera Colemêrgê daxuyaniyek dabû. Piştî daxuyaniyê 11 jin hatibûn binçavkirin û 7 rojan di bin çavan de mabûn û paşê bi şertê kontrolkirina edlî hatibûn berdan. Piştî binçavkirinê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" doz li kesên hatibûn binçavkirin hat vekirin. Yek ji van jinan jî Pinar Yilmaz bû. Yilmaz, ji ber daxuyaniyeke ku tev li wê nebûye tê darizandin.
‘TEV LI DAXUYANIYÊ NEBÛM'
Îdianame ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê ve hatiye amadekirin û Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê jî îdianame qebûl kiriye. Rêvebera Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Pinar Yilmaz ku li Şemzînanê dijî û wê rojê tev li daxuyaniyê nebûye, di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku tev lê bûye. Her wiha di îdianameyê de wêneyê jineke din wekî wêneyê Yilmazê be hatiye bicihkirin.
Yilmaz, îspat kiriye ku wêneyê di îdianameyê de ne ê wê ye, lê belê dîza derbarê wê de doz hatiye vekirin. Yilmaz, got: "Di roja 7'an a binçavkirinê de min birin dozgeriyê. Lê belê beriya dozgeriyê polîsan wêneyek nîşanî min dabûn. Min jî got, ew wêne ne yê min e. Polîsekî TEM'ê jî got, 'Belê bi şaşî çê bûye, lê îş çû qediya.' Paşê min birin dozgeriyê û hatim berdan. Pişt re îdianame hat amadekirin. Di danişînan de min got, ew ne wêneyê min e. Min ji dadgehê xwest sinyalên telefonê bên lêkolînkirin. Paşê emniyet hat Şemzînanê sinyal taqîb kirin û derket holê ku ez wê rojê li Şemzînanê bûme. Her wiha wêneyên min jî hatin kişandin û di dosyeyê de hatin bicihkirin ûd erket holê ku wêne ne yê min e. Ev qas delîl û belge hene, lê dîsa jî bi îdiaya 'endamtiya rêxistinê' têm darizandin."
Yilmaz, destnîşan kir ku ev bêhiqûqîtî ye û got: "Ev bêhiqûqîtiyeke pir mezin e. Ji ber dozeke belehq belesebeb bi salan e têm darizandin. Bila ev bêhiqûqîtî bi dawî bibe."