* Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, anî ziman ku bi şer bersivdayîna bangawaziya Ocalan a ji bo aştiyê wê pirsgirêkê çareser neke û ji bo CHP'ê ku tezkereya şer pesend kir got, temenê AKP'ê dirêj dike û di siyasetê de têk çûye.
* Metîn Dogrûkartalê ku di zarokatiya xwe de bi kevirên nerm hin fîgur çê kirine, niha bîbloyên minyaturî yên cihwarên dîrokî yên Qersê çê dike.
* Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku AKP, ji bo parastina rejîma yekzilamî operasyona li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye destpêkirin û got: "Wê êrîş, operasyonên derveyî sînor û krîza aborî temenê rejîma yek zilamî kin bike."
* Derbarê Pinar Yilmaz a ku li Şemzînanê dijî de, ji ber daxuyaniyeke çapemeniyê ya li Geverê ku Yilmaz tev li wê nebûye, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" doz lê hat vekirin. Yilmaz, anî ziman ku polîsên TEM'ê jê re gotine, "Belê, wêne ne ê te ye, lê îş çû qediya."
* Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Abdûllah Zeytûn, ji bo pergala tecrîdê ya li Girava Îmraliyê got: "Helwesteke kêfî, bêhiqûqîtiyeke aşkere ye." Her wiha Zeytûn anî ziman ku ger ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan derfetên pêwendîdanînê bên peyda kirin wê rê li ber alternatîfên demokratîk vebe.
* Rûspî û mezinên hin eşîr û malbatên li Colemêrgê, ji bo yekîtiya neteweyî bang kirin û gotin: "Tenê rêyek heye; yekîtî."
* Nûnerên partiyên siyasî û RCS'yê, nerazîbûnên xwe yên ji bo tayînkirina qeyûman anîn ziman û gotin, îktîdar ev yek ji xwe re kiriye awayê rêveberinê û rasterast mudaxileyî mafê bijartin û hilbijartinê yê gelê kurd dike.
* Grûp Yorûmê, ji bo endamên xwe yên girtî kampanyayeke îmzeyê da destpêkirin û ji bo piştgiriyê bang kir.
* Endamê Meclîsa Giştî yê Sêrtê yê berê Îdrîs Îlhan bi boneya gotibû rewşa aboriyê nebaş e 20 roj girtî mabû got: “Belkî ez werim girtin lê ez ê dîsa bêjim. Ekonomî di rewşek kambax de ye.”
* Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta windayan bipirsin dê di hefteya 763'an de li Qada Galatasarayê kom bibin û çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" berdewam bikin. (12.00)
* Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dê di hefteya 397'an de li qada Galatasarayê çalakiya "Rûniştina F" berdewam bikin. (13.30)
* Yekîtiya Tabîban a Tirk û Odeya Tabiban a Stenbolê dê têkildarî Nexweşxaneyên Bajar li Mala Hunerê û Çanda Nazım Hikmet a Şaredariya Şişliyê sempozyumê li dar bixin. (09.00-18.00)
* Şaxên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin, dê di hefteya 467'an û hefteya 561'an de li şaxên ÎHD'ê çalakiyên xwe berdewam bikin. (12.00)
* Meclîsa Bajar a HDK'ê ya Mêrsînê dê bi tevlêbûna Hevberdevka Giştî ya HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyigit li Daristana 68'an a Mêrsinê civîna bi taştê li dar bixin. (10.00)
* Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî dê di hefteya 270’an de ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş li pêş şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (14.00)
* Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê bi dirûşmeya "Ji girtiyên nexweş re azadî" li pêş Sumerbank a Konaka Îzmirê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)
* EGE-TUHAYDER, bi boneya balê bikişînin ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehên herêma Egeyê dê li avahiya komeleyê civîna çapemeniyê li dar bixin. (14.00)