WAN - Wezîrê Karên Hundir, Qeymeqam Sînan Aslan wekî qeyûm tayînî Şaredariya Navçeya Rêya Armûşê kir.
Hevşaredarên HDP'ê yên Rêya Armûşê Azîm Yacan û Şehzade Kurt, duh di 8'ê mijdarê de hatin binçavkirin îro jî qeyûm tayînî şûna wan kirin. Hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Navçeya Rêya Armûşê ya Wanê Azîm Yacan û Şehzade Kurt duh di 8'ê mijdarê de hatin binçavkirin. Polîsan duh avahiya Şaredariya Rêya Armûşê dorpêç kirin û destûr nadin kes têkevin avahiya şaredariyê. Li şûna Hevşaredar Azîm Yacan Qeymeqamê navçeyê Sinan Aslan wekî qeyûm tayîn kirin. Nobeta endam û rêveberên HDP'ê ya li pêş şaredariyê jî didome. Heta niha qeyûm tayînî 16 şaredariyên HDP'ê kirin.