Koçyîgît: Ne tehdît, em ancax dikarin bibin temînata Komara Demokratîk

  • rojane
  • 22:55 8 Mijdar 2019
  • |
img
EDENE - Hevberdevka HDK'ê Gulîstab Koçyîgît ku li Edeneyê tev li xwarina HDK'ê ya ji bo piştevaniyê bû, anî ziman ku AKP-MHP feraseta Îttihat-Terakiyê rojane kiriye û got: "Em ê bibin cihê tehdîteke çawa? Em ancax dikarin bibin temînata Komara Demokratîk." 
 
Meclîsa Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Edeneyê, ji bo piştevaniyê xwarinek da. Xwarin li Guneş Restorantê hat dayîn. Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Koçyîgît, Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Tulay hatîmogûllari, nûnerên Komeleyên Eleqiyên Demokratîk, Komeleya Mafên Mirovan, sendîkayên girêdayî KESK'ê, ESP, Partiya Çepgir a Kesk, CHP, Malên Gel, Emeklî-Sen, Komeleya Dersimiyan, Anadolû-Der, Dayikên Aştiyê û gelek welatî tev li xwarinê bûn. 
 
'EM LI SER PIYA NE'
 
Hevberdevkê Meclîsa HDK'ê ya Edeneyê Ûgûr Bayrak, malavayiya hemû kesên tev li xwarinê bûne kir û got, di pêvajoyeke wiha de hatine cem hev a saziyên demokratîk pir girîng e. 
 
Piştî Bayrak, Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari axivî û got, Tirkiye bi rejîma yek zilamî tê birêvebirin û Rewşa Awarte hîn jî didome. Hatîmogûllari, anî ziman ku zext û zoriyên tên kirin, girtin û binçavkirinên tên kirin nîşan didin ku Rewşa Awarte hîn jî didome û got: "Lê belê li ber van zextan em ne bêçare ne." Hatîmogûllari, bal kişand ser girîngiya projeya HDK'ê û got, li vî welatî HDK bûye dengê kesên tên dîkekirin û tevî hemû zext û zoriyan jî ew li ser piya ne.
 
Paşê Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Koçyîgît axivî. Koçyîgît jî bal kişand ser girîngiya piştevaniyê û zext û zoriyên faşîzma AKP-MHP'ê. Koçyîgît, destnîşan kir ku tevî hemû zext û zoriyan jî ew têdikoşin û got: "Dibêjin qey wê tu kes bi çand û zimanê xwe tev negere. Dibêjin qey wê bi girtin û binçavkirinan me tune bikin. Bila li dîroka me mêze bikin û bibînin. Em di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Li erdnîgariya me xwîn dirije. Ji wî aliyê okyanûsê tên, xwînê tev li axa me dikin. Halbûkî xelasiya me bi hev girêdayiyeç Niha radibin kurd û tirkan, elewî û suniyan, ereb û kurdan dikin dijmin." 
 
'DITIRSIN'
 
Koçyîgît ku got "AKP-MHP'ê feraseta Îttihat-Terakiyê rojane kiriye û em bi vê ferasetê re rû bi rû man", got: "Em ji bo wan bi çi awayî dibin tehdît? Ne tehdît, em ancax dikarin bibin temînata Komara Demokratîk. Em ê bibin parêzvanê azadî û nasnameya xwe jî. AKP, ji sala 2015'an ve dijminatiya me dike. Yanî bi çavê dijminantiyê li kurdan mêze dike. Ji dêvla aştiyê, dixwaze bi şer û xwînê pirsgirêka kurd çareser bike. Çimkî heger pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin, dizane ku wê êdî li vî welatî nikaribe siyasetê bike, wê nikaribe îktîdara xwe biparêze. Divê em têkoşîna xwe ya piralî bilind bikin. Li vî welatî gotin elewî tunene, mizgeft li elewiyan ferz kirin, lê belê em tevî heval û hevrêyên xwe yên elewî çûn emclîsê, em tevî hevalên xwe yên ermenî, suryanî, tevî jinan çûn meclîsê. Niha radibin DAIŞ'a têkşikiyayî dîsa berhev dikin û dişînin Sûriyeyê. Lê wê dîsa têk bişikên. Kesên niha tenê ji bo qoltixên xwe, ji bo qesrên xwe dijîn, ji me ditrisin. Belê dibê bitirsin, bila bitirsin." 
 
Herî dawî Koçyîgît, anî ziman ku êdî dem dema bihevrebûnê û yekîtiyê ye. 

Sernavên din

11/11/2019
14:32 Koalisyona Navneteweyî û QSD dê civina hevpar pêk binin
14:27 Ji jinên girtî re kartên piştevaniyê şandin
14:24 Li Serêkaniyê û Girê Sîp sîvîl tên revandin
14:23 Li herêma ku ji çûyîn û hatinê re hatiye girtin operasyona leşkerî didome
14:09 Kurtulan: AKP bûye pêlîstoka DYA’yê
14:07 Hevşaredaren Rêya Armûşê derxistin edliyeyê
13:55 10 sal cezayê girtîgehê li polîsê Mazlûm Tûran ê 16 salî kuşt hat birîn
13:27 Esad: Neyarê me Erdogan û polîtîkayên wî ne
13:05 Mexmûr 118 roj in di bin dorpêçê de ye
12:25 Prof. Dr. Mumtaz Soysal jiyana xwe ji dest da
12:11 Endamên Meclisa Ciwanên HDP'ê 4 rojin di bin çavan de ne
12:11 Ji Mizrakli name: Ji bo edaletê banga têkoşînê dikim
12:10 Li Sûrê 850 zarokî 'Pîrê û Rovî' temaşe kir
11:49 Pirtûkên xwendin û nivîsandina Kurdî rastî eleqeyek mezin hat
10:59 Lêpirsîna Hevşaredarên Rêya Armûşê ya li Midûriyeta Polîsan bi dawî bû
10:48 Ji ber krîza aborî tenê li ser daxwazê tembûran çê dike
10:47 Li Heskîfê wesayîta leşkerî qelibî: 7 birîndar hene
10:22 Gelê Til Rifatê êrîşên Tirkiyeyê şermezar kir
09:25 Danişîna doza Rojnameger Evren dê sibê bê dîtin
09:08 Li Baxçeyên Hevselê û Çemê Dîcleyê wextê payizê ye
09:07 Di serdegirtina malê de hat kuştin, di du salan de 3 daneşîn hatin dîtin'
09:06 'Tirkiye min bişîne Sûriyeyê jî ez ê dîsa birevim'
09:00 Koçyîgît: Di 4-5 mehên pêş de dê AKP bikeve pêvajoya jihevketinê
09:00 Hinceta redkirina serlêdanên meleyên ixrackirî: Lîsteya 'îxbarê' ya ji serokên AKP-MHP'ê pêk tê
09:00 Işik: Ji bo yekîtiya neteweya Kurd berpirsiyarî dikeve ser milê her kurdî
09:00 Goristana suryan û ermenan kirin 'Baxçeyê Millet'
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2019'AN
10/11/2019
19:04 Ciwanên HDP’î yên di bin çavan de dest bi greva birçîbûnê kirin
18:38 Di serdema AKP'ê de betalî ji sedî 497 zêde bû
17:53 Li Silûk û Ezazê teqîn: 9 kes mirin û 20 kes birîndar bûn
17:14 Tiryakî: Em dê qedera gelê xwe biguherin
16:24 Xwendekaran li dijî rêzefîlmên Tirk belavok belav kirin
16:15 Mamoste ji bo mafê xwe daketin qadan
16:06 Aykol û Ondeş li TUYAP'ê bi xwînerê xwe re hatin cem hev
14:48 Temellî: Ji para Kurdan re gule û ji para Tirkan re siyanur ma
14:11 Gunay: Yê ku Kurdan li dijî şer biparêze yekîtî ye
13:42 103 kesên di komkujiya GAR'ê de hatin kuştin di meha 49'an de bibîr anîn
13:26 Fermandarekî ji Artêşa Sûriyeyê: Ji jor fermana lê xin ji mere nehatiye
12:25 Walîtiyê 15 herêmên bejahiya Silopiyayê li sivîlan qedexe kirin
11:50 Komisyona Jinan a KCD'ê: Platforma Pênûsa Jinên Mezopotamyayê hat avakirin
11:35 30 karkerên nikarin heqê xwe bistînin dest bi çalakiyê kirin
10:44 Girtiyê nexweşiya pençeşêrê nayê berdan
10:06 38 endamên DAIŞ'ê gelek rastiyê ronî dikin
09:33 Di êrîşa SÎHA ya li Eyn Îsayê de 2 sivîl hatin kuştin
09:11 Di dosyeya qeymeqam Safîturk de lêpirsîneke 'nepen'
09:09 Qeydên Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê dest pê kirin
09:08 Şenoglû: Kesên doza azadiyê dikin divê hêza xwe bikin yek
09:05 Di ser îşkenceya li Şapatanê re 2 sal borîn, lê hêj doz nehatiye vekirin
09:04 ‘Sûcê şer giran dibe'
09:02 ‘Mitbex dişewite, me goştê sor ji bîr kiriye'
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2019'AN
09/11/2019
18:58 Derbarê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Bûldan û Temellî de lêpirsîn
16:14 ‘Paketa darazê ya dijîmê jin û zarokane vekişînin’
16:13 Li Îzmîr, Stenbol û Enqere ji bo girtiyên nexweş edalet xwestin
15:35 Ji hevşaredarên dibin çavan de peyam: Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin
15:21 Li Stenbolê hejmara binçavkirinan derket 33’yan
14:58 Prof. Dr. Pala: Bi Nexweşxaneyên Bajaran tenduristiya mirovan pêşkêşî sermayeyê kirin
14:39 Xizmên Windayan: Bila Tirkiye bibe terefê Peymana Windayan a NY
14:20 QSD'ê bi operasyonek taybet li Reqayê 6 endamê DAIŞ’ê girtin
13:56 Dayikên Şemiyê: Dema êşên me derbas nabe
13:52 Koçyîgît: Berî her tiştî divê pirsgirêka Kurd bê çareserkirin
13:44 2 jê endamên meclîsa şaredariyan 3 kes hatin binçavkirin
13:40 Li navçeya Pîranê operasyona eskerî hat destpêkirin
13:40 Heyva Sor: Tirkiye di êrîşan de 334 sivîl kuştin
13:16 Tahmaz: Ji ber ku em ji şer re dibêjin ‘şer’ me digirin
12:38 Ji DAIŞ'ê derbasî OSO û MSO'ê bûn
12:37 ‘SMO’ li Rojava tankên Elman bikar tîne
12:13 3 sal di ser kuştina Safîturk re derbas bû: Îfadeyên li dervê qeydan girtin
11:58 Yilmaz: Kuştina Bagdadî şirîkiya Tirkiyê-DAIŞ’ê carek din derxist holê
11:31 Colville: Di êrîşên Tirkiyeyê de 92 sivîl hatin kuştin
11:10 Endamên Meclîsa Rêya Armûşê: Têkoşîna me wê dewam bike
10:49 Qeymeqamê Hopa destûr neda lîstika Levent Uzumcu derkeve ser dikê
10:40 SOHR: Di nava komên girêdayî Tirkiyê de DAIŞ'î jî hene
10:37 Dadger ewil biryara berdana Irmak da û piştre li ser îtîraza dozger biryara xwe vekişand
10:18 Li Antalyayê, malbatek li mala xwe mirî hatin dîtin
09:58 Ala PKK'ê li Çiyayê Hîmalayê hilda
09:53 Li Edeneyê jî qedexeya çalakî û şahiyan hat dirêjkirin
09:48 Li Wanê carek din çalakî û şahî hatin qedexekirin
09:30 Ji ber qeyda wî di arşîvê de heye 15 sal ceza dixwazin
09:24 ‘Ez dîsa jî werim girtin, lê ez ê bêjim rewşa aborî kambax e’
09:22 Ji bo endamên girtî yên Grûp Yorûmê kampanyaya îmzeyê
09:22 Polîtîkaya qeyûman, mudaxileya li ser mafê bijartin û hilbijartinê ya gelê kurd e
09:21 'Tenê rêyek heye; yekîtiya neteweyî'
09:20 Zeytûn: Bi Ocalan re hevdîtin pêk bên dê rêya alternatîfên demokratîk vebe
09:19 3 sal in ji ber daxuyaniyeke tev lê nebûye tê darizandin!
09:18 Hatîmogûllari: Wê ev êrîş temenê rejîma yek zilamî kin bike
09:18 Bi keviran dest pê kir niha minyaturan çê dike
09:17 Arslan: CHP'ê temenê AKP'ê dirêj kir
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2019'AN
08:58 Qeyûm tayînî Şaredariya Rêya Armûşê kirin
08/11/2019
22:55 Koçyîgît: Ne tehdît, em ancax dikarin bibin temînata Komara Demokratîk
18:53 Berdevkê HDK'ê Şenoglû hat berdan
16:47 Li dijî pişaftinê bi kurdî beşdarî pêşbirka tirkî bû
15:57 Şaredariya Artûklûyê tabeleya pirzimanî rakir
15:21 Baroya Amedê dê bimeşin Mînareya Çar Ling a Sûrê
15:04 Muxtarên gundên Xerabmişk û Xirabê Şêxmehmûd ji peyvirê girtin
15:03 HDK: Hevberdevkê me Şenoglu berdin
14:43 Zilamê ku Mûteber Akbûlût qetil kir xwe wiha parast
14:13 Bernameya meha mijdarê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
14:04 Meclisa Şaredariya Rêya Armûşê binçavkirina hevşaredarên xwe şermezar kir