MÊRDÎN – Şaredariya Artûklûyê tabeleya bi zimanê kurdî, erebî, suryanî û tirkî ku ji aliyê HDP’ê ve hatibû daliqandin rakir.
Şaredariya Artûklû ya Mêrdînê tabelaya bi zimanê kurdî, erebî, suryanî û tirkî li avahiya şaredariyê di serdema HDP’ê de hatibû daliqandin rakir. Hêj tabeleyek nû bi avahiyê ve nehatiye daliqandin. Rayedarên şaredariyê angaşt kirin ku tabelayê bi hênceta ku dê “nû bikin” rakirine.
Rojnamegerên xwestin tabeleya hatiye rakirin bikişînin lê şaredariyê kişandina dîmen û wêne asteng kirin.