MÊRDÎN - Piştî pevçûnên li Mehsertê ên di meha îlonê de, Muxtarên gundên Xerabmişkê û Xirabê Şêxmehmûd ji payvirê girtin û li şûna wan qeyûm tayîn kir.
Di 7'ê îlonê de bi hezaran esker û tîmên taybet li herêma bejahî ya Omeryanê ya navçeya Mahserêt û Nisêbîna Mêrdînê derketibûn operasyonê. Di operasyonê de gelek esker hatibûn kuştin. Hatibû îdakirin ku piştî bûyerê di 15'ê mehê de fermandarê qereqola li herêmê bang li 15 keyayên gundan û bi dehan niştecihên gund kiriye û zext li wan kiriye. Piştî operasyonan qeyûm tayînî şûna muxtarên gundan kirin. Li gel ku di ser bûyerê re meh derbas bûn jî zextên li ser gundiyan berdewam dikin û qeyûm tayînî şûna keyayên du gundên li herêmê kirine. Piştî bûyerê Mixtarên gundên Xerabmişkê û Xirabê Şêxmehmûd ji peywirê girtin. Wezîrê Karên Hundir piştî keya ji peyvirê girtin qeyûm tayînî şûna wan kirin.