WAN - Danişîna doza Rojnameger Adnan Bîlen ku bi îdîaya "Heqaret li Serokomar kiriye" dihat darizandin li 4'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Wanê hat dîtin. Heyeta dadgehê 11 meh û 20 roj ceza li Bîlen birî. Heyetê piştre li şûna cezayê girtîgehê 7 hezar tl cezayê pereyan birî.
Danişîna doza Rojnameger Adnan Bîlen li 4’emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Wanê hat dîtin. Di danişînê de Rojnameger Bîlen û parêzerê xwe Haşem Baygumuş amade bû. Heyetê bi hinceta nûçeya Rojnameyên Bîrgun û T24 li ser medya civakî Facebookê parve kirine bi îdîaya "Heqaret li Serokomar kiriye" ceza birî. Heyeta dadgehê 11 meh û 20 roj ceza li Bîlen birî. Heyetê piştre li şûna cezayê girtîgehê 7 hezar tl cezayê pereyan birî. Heyetê dîsa ji bo lêçûna danişînê 2 hezar û 725 TL cezayê pereyan li Bilen birî.